Li gelek gund û zozanên Geverê operasyon hate destpêkirin 2022-10-25 10:02:27   COLEMÊRG - Hat zanîn ku li gelek gund zozanên girêdayî navçeya Geverê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Her wiha li gundê Sorê û Zêvkan jî biryara “Herêma ewlehiya taybet” hate dayîn.   Li gelek gund, gundik û zozanên navçeya Gever a Colemêrgê, operasyonên leşkerî hatin destpêkirin, ji bo 2 gundan jî bi biryara “herêmên ewlehiya taybet” hate dayîn. Duh danê êvarê ji aliyê Walîtiya Colemêrgê ve bi hinceta "ewlehî, ewlekarî û nîzama cemaweriyê pêk bê" gundê Sorê û Zêvkan, zozan û warên herêmê heya 15 rojan weke "Herêma Ewlehiya Taybet" hat îlankirin. Her wiha artêşa tirk li gundên Tilorana Jor, Tilorana Jêr, Yêkmala Jêr, Pagê, Kuçe, Hirmin, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok, Wargenima û li zozanan di saet 05.00’an de operasyoneke leşkerî da destpêkirin.   LEŞKER SEWQÎ GUNDAN KIRIN   Di çarçoveya operasyona ku hat destpêkirin de hat dîtin ku 6 helîkopteran bi hev re leşker danîne ser girên gundên ku operasyon lê hatine destpêkirin û helîkopterên şer ên bi tîpa Atak jî dema leşker danîn li ser herêmê liv û tevgera xwe didomand. Li aliyê din hat ragihandin ku ji duh êvarî ve hêzên leşkerî yên girêdayî Fermandariya Cendermeyan a Navçeya Geverê, sewqî her du gundên ku ewlekariya taybet lê hate îlankirin, hatine kirin.