ROJEVA 25'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-25 09:00:02     * Remziye Çabûk dayika Suphan Çabûk ê ku li girtîgehê hatibû qetilkirin anî ziman ku lawê wê li girtîgehê hatiye qetilkirin û got: “Tenê daxwaza wî welatekî azad û jiyanekê azad bû, em ê jî heta dawiyê li pey doza wî bin.”   * Hat ragihandin ku tenduristiya girtiyê nexweş Ergîn Aktaşê ku her du destên wî tune ne xirab dibe.    * Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo projeya "veguherandina bajêr" a Şaredariya Peyasê cardin Plana Îmraê amade kiriye. Odeya Plansazên Bajêr a Şaxa Amedê jî dê cardin îtiraz bike.    * Y.H. ku gelek caran li ber rejîma Îranê rabûye û ji ber vê gelek caran hatiye îşkencekirin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, anî ziman ku tiştên li welatên wê diqewimin şoreşa jinê ye û got ku êdî divê hemû cîhan li ber vê rejîmê rabe.    * Dîrokzan Sedat Ûlûgana bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve wekî "rejîma qirkirinê" pênase kir û wiha got: "Ger tevgera azadiyê ya kurd bê tasfiyekirin, bawer bikin, dê tenê rojekê jî mafê jiyanê nedin kurdan.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 596'emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza derbarê Dayikên Aştiyê û rojnamevan Îrfan Tuncçelîk û Umît Tûrhan Coşkûn de hatiye vekirin dê li Dadgeha Çaglayana Stenbolê bê li darxistin. (10.50)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Amed û Îzmîrê berdewam bike. (11.00)    * OHD'a Dîlokê têkildarî girtiyên nexweş dê li ber avahiya Edliyeya Dîlokê daxuyanî bide. (12.00)   * Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar dê di komcivîna partiya xwe de rojevê binirxîne. (12.45)    * 8'emîn Festîala Şanoyê ya Amedê dê li eywana Şanoya Bajêr a Amedê berdewam bike. (15.00-20.30)   * 4'emîn Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê dê di roja 5'emîn de berdewam bike. (18.30)