Kujerê Suheyl Xurşîd hate girtin! 2022-10-24 16:09:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat destnîşankirin ku di çarçoveya lêpirsîna kuştina Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadiyê Suheyl Xurşîd hatiye destpêkirin de kujer hatiye girtin.    Di 28’ê tîrmehê li Herêma Kurdistana Federe de nivîskar, lêkolîner, aktîvîstê siyasî û Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadiyê Suheyl Xurşîd Ezîz (Mamoste Şemal) piştî ku ji kar derket li pêşiya mala xwe di encama êrişeke çekdarî de hatibû qetilkirin.     Çavkaniyê ewlehiyê yê nexwestiye navê xwe eşkere bike ji Rojnewsê re axivî û ev tişt gotin: “Piştî qetilkirinê hêj 24 saet derbas nebûbûn faîl hatin dîtin û bersûcek li Dihokê hate girtin.” Çavkanî anî ziman ku bersûc ji sûcê “kuştina bi qestî” hatiye girtin û doza derbarê wî de tê amadekirin di çarçoveya “sûcên terorê” de ye.