Li 4 taxên Elkê ava vexwarinê mîna heriyê diherike 2022-10-24 13:06:24   ŞIRNEX  -  Li navçeya Elkê ya Şirnexê ava vexwarinê ev zêdetirî 10 roj in mîna heriyê diherike.    Li navçeya Elkê ya Şirnexê ku şaredariya wê di bin rêveberiya AKP’ê de ye, ev zêdetirî 10 roj in ava vexwarinê ya 4 taxan mîna heriyê diherike. Li gel ku welatiyan ji bo çareserkirina pirsgirêkê gelek caran gilî kiriye jî heta niha jî pirgirêk nehatiye çareserkirin.    Şêniya bertek nîşan dan û dan zanîn ku tevî serlêdanan jî rayedar bersiva wan nadin. Rayedarên Şaredariyê yên ku me bi telefonê xwe gihandiye wan destnîşan kirin ku sedema herikîna avê ya weke herî baran e. Rayedaran diyar kirin ku têkildarî vê pirsgirêkê tu xebateke wan nîn e û wiha got: "Belê, roja ku baran dibare wiha ye. Dema ku baran barî dê av wiha biherikin. Piştî ku çend rojên ser baranê derbas dibin dê sererast bibe. Lê dema ku berf barî dê bê girtin. Di demsalên bihar û payîzê de her tim wisa ye."