Darên ku li Şirnexê tên birîn dibin kalekolan 2022-10-24 09:01:28 ŞIRNEX - Qismekî darên ku li çoltera Şirnexê tên birîn, ji bo şewitandinê dibin kalekol û baregehên leşkerî.  Birîna daran a di nava sala 2019’an de bi hinceta “ewlehiyê” ji bo qereqol û kalekolên nû bên avakirin, li Şirnexê hate destpêkirin, bênavber berdewam dike. Cerdevan, bi bin çavdêriya leşkeran de di bin navê “herêmên ewle yên taybet” de li gundên Cinîwêr, Xerbige, Bestîn, Navyan, Bêlûzer, Şerevan û Rîsorê û qadên Kaniyamîr, Bîrateto, Bîrapeşo, Deyndarok, Serêrû, Tîkera, Qûrteka Pêşya ve Girê Derîncê qadên daristan tên tune kirin. Her wiha li qadên Difina Ataturk, Ax Reşka, Çala Nêriya, Çala Guza û Dêriyê Çirçira yên Çiyayê Cûdî jî dar tên birîn.     BI TONAN DAR JI  BO QEREQOLAN RAKIRIN   Beşeke mezin a darên hatin birîn, ji bo firotinê li TIR û kamyonan tên barkirin û dibin bajarên cuda. Qismekî daran jî di demên dawî de dibin qereqol, kalekol, baregehên leşkerî û noxteyên kontrolê yên li bajêr. Ji bo zivistanê bişewitînin bi tonan dar birin baxçeyê kuleyên leşkerî yên di navbera navenda Şirnexê û bajaroka Gundikê Melê. Dîsa hate dîtin ku darên li bejahiya bajêr hatine birîn li noxteyên kontrolan hatine nijinandin.