ROJEVA 24'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-24 09:00:12     * Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya Berê Fîgen Yuksekdag a girtî diyar kir ku tu siyaseta ji bo pirsgirêka kurd perspektîfeke çareseriyê pêşkeş neke wê sernekeve û têkildarî tecrîda li Îmraliyê wiha got: “Heta ku mifteya wî derî neyê vekirin, wê pêşeroja Tirkiyeyê jî miftekirî be.”   * Aktîvîsta TJA’yê Seyrî Îpek diyar kir ku Gulnaz Karataş a bi çalakiya xwe ya li dijî bangên “teslîm bibe” yên pêşmergeyên PDK’ê û YNK’ê yên di sala 1992’yan de hevkariya Tirkiyeyê kirin bû sembol, li dijî îxanetê xeta berxwedanê ya jina kurd e û bi lêv kir ku vê xetê rê nîşanî bi milyonan kesan da.    * Ciwanên ku bertek nîşanî konsera di sponsoriya qeyumê Cizîrê de were lidarxistin dan, diyar kirin ku bi konsere ne moral dayîna mirovan, pişavtin tê armanckirin.    * Cîgira Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Bûrcûgul Çûbûk, diyar kir ku sedemê bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk “têkçûn” e.   * Qismekî darên ku li çoltera Şirnexê tên birîn, ji bo şewitandinê dibin kalekol û baregehên leşkerî.    * Çalakiya Nobeta Edalatê ya malbata Şenyaşar dê di roja 595’emîn de berdewam bike.    * Danişîna doza Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a ji peywîrê hate wergirtin ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin dê li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were dîtin. (09.00-17.00)   * Danişîna 18'emîn a Doza Kobanê wê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê dîtin. (10.00)   * Di çarçoveya bernameya Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê de wê Bedran Hîkmet û Mem Wenda di mijara “Berhevdana Varyantên Mêmê Alan” de gotûbêjê bikin. (18.30)   * 8’emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê wê di roja 5’emîn de bi lîstika “Morî” ya Tiyatro Mask-Tiyatro Temrîn (15.00) û lîstika bi navê “Çîrokeke Cengê” ya Tiyatro Rîtuel berdewam bike. (20.30)