Ciwanên Rojhilat li dijî rejîmê li ber xwe didin 2022-10-23 12:42:15   NAVENDA NÛÇEYAN - Ciwanên Îran û rojhilatê Kurdistanê li dijî rejîmê daketin kolanan û bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li ber xwe didin.    Jina ciwan a kurd Jîna Emînî li paytexta Îranê Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi îşkenceyê ve hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Emînî re di serî de li rojhilatê Kurdistanê, li gelemperiya Îranê gel daket qadan û bi pêşengtiya jinan dest bi serhildanê kir. Çalakiyên li Rojhilat û Îranê, heta niha jî bênavber didomin. Di encama êrişên hêzên rejîmê de heta niha herî kêm 215 kes hatin qetilkirin û bi hezaran kes jî hatin binçavkirin.  Tevî van êrişên dijwar ên hêzên rejîmê jî protestoyên li bajarên Rojhilat û Îranê berdewam in. Duh jî li bajarên Rojhilat ên Sine, Bane, Mêrîwan, Bokan û Mahabadê greva giştî hebû û esnafan derabeyên dikanên xwe venekirin.    Ciwanên Sine, Ûrmiye, Kirmaşan, Mahabad, Merîwan, Bokan û Seqizê şevê din daketin kolanan. Ciwanan agir vêxistin û gelek caran dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Li gelek deveran jî di navbera çalakvanan û hêzên rejîmê de pevçûnên dijwar qewimîn.    Li gelek bajarên Îranê jî xwendekarên zanîngehê çalakî kirin û neçûn dibistanan. Li bajarên weke Tehran, Merkezî, Azerbaycan, Rojhilat, Xuzistan, Esfahan, Hurmzgan, Sîstan û Belucistanê jî bi pêşengtiya jinan çalakî hatin lidarxistin.