Dengdayîna Baroya Stenbolê dest pê kir 2022-10-23 11:42:01   STENBOL - Dengdayîna ji bo diyarkirina serok û rêveberiya Baroya Stenbolê di rûniştina 52'yemîn a Lijneya Giştî de dest pê kir.    Dengdayîna Baroya Stenbolê di rûniştina 52'yemîn Lijneya Giştî ya de li Navenda Kongreyê ya Halîçê dest pê kir. Berî ku deng werin dayîn, komên dikevin hilbijartinê ji bo danasîna endamên xwe belavok belav kirin. Di eywana hilbijartinê de wêneyên Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di encama êrişa çekdarî de jiyana xwe ji dest dabû û Ebrû Tîmtîk a ji bo darizandineke adîlane ketibû rojiya mirinê û jiyana xwe ji dest dabû hatin hilgirtin. Di dema dengdayînê de pankarta “Em Geziyê diparêzin” hate vekirin.    Dengdayîn dê di saet 17.00’an de biqede. Piştî dengdayînê dê serok û rêveberiya Baroya Stenbolê ya nû diyar bibe.