Rojnameger Seyda: Hêzên taybet ên PDK’ê li herêmên şer leşkerên artêşa tirk diparêzin 2022-10-23 10:02:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Kasim Seyda diyar kir ku hêzên taybet ên PDK’ê di dema êrişan de artêşa tirk diparêzin û wiha got: “Bi hev re tevdigerin. Deverên ku Tirkiye nikare têkevê, hêzên girêdayî PDK’ê dişînin wan herêman.”    Êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê dabûn destpêkirin ji 17'ê nîsanê heta niha bênavber didomin. Di nava 6 mehên êrişan de li dijî gerîlayên HPG’ê bi hezaran caran çekên kîmyewî hatin bikaranîn ku sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di encama êrişên kîmyewî yên dawî de 17 gerîlayên HPG û YJA Starê jiyana xwe ji dest dan. Dîmenên 2 gerîlayên bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin bi raya giştî re hatin parvekirin û van dîmenan li seranserî cîhanê rê li ber bertekên tund vekir.    Rojnameger Kasim Seyda ku geşedanên li Herêma Federal a Kurdistanê jinêz ve dişopîne, têkildarî bûyerên li herêmê û hevkariya dewleta tirk û PDK’ê ji ajansa me re nirxand.    Rojnameger Seyda, got ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û wiha domand: “Ji ber bandora wan li ser mirovan û xwezayê hatin qedexekirin. Mînakên Hîroşîma û Nagazakiyê li ber çavan in. Bandora van çekan bi salan didome. Her wiha bandorê li ser genetîka mirovan dike. Tirkiye li Herêma Federal a Kurdistanê bi taybet jî li deverên ku hêzên Gulan, Zerevan û Roj ên girêdayî PDK’ê lê dimînin, van çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev hêz, artêşa tirk diparêzin. Alîkariyê bide aliyekî, bi wan re tevdegirin. Êrişa hêzên PDK’ê ya li Xelîfanê mînaka vê ya herî şênber e. Herêmên ku Tirkiye nikare têkevê, hêzên PDK’ê dişîne wir. Ji bo ku bûyerên mîna yên berê neqewimin, gerîla pir hesas tevdigere. PDK jî ji vê sûd digire. Li deverên ku artêşa tirk lê tevdigere, liv û tevgera gerîla bisînor dike. Her wiha rê li ber alîkariya lojîstîkî ya bo gerîlayan diçe digire. Tirkiye li Başûr çawa dixwaze wisa tevdigere. Hêzên PDK’ê tenê weke nav li wirin. Kontrola wan di destê Tirkiyeyê de ye.”    HEVKARIYA MÎT Û PARASTINÊ   Di berdewamê de Seyda anî ziman ku artêşa dewleta tirk li Herêma Federal a Kurdistanê kontrol xistiye bin destê xwe û ev nirxandin kir: “Hemû biryarên li Başûr, fermandarên tirk didin. Her wiha kesên ketî jî cilên pêşmergeyan li xwe dikin û xizmetê bo dewleta tirk dikin. Tevahiya êrişan, di çarçoveya agahiyên MÎT û Parastinê de tên kirin. Têkiliyeke pir qirêjî di navbera wan de heye. Kesên di nava rêveberiya PDK’ê de cih digirin van têkiliyan didomînin û hewl didin gel jî tev li vê qirêjiyê bikin. Bi vê yekê re dixwazin xwe paqij nîşan bidin. Heke têkiliyeke ewqas qirêjî nebûya, Tirkiyeyê nedikariya xwe li wir bigire û gavên ewqas qirêjî nediavêtin.”    'DÎMENAN TIRKIYE DEREWAND’   Seyda, da zanîn ku li gorî daxuyaniyên fermî di nava 6 mehan de 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî hatine bikaranîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî îstatîkên hatine parvekirin, her roj çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Ev yek jî asta êrişan nîşan dide. Bi taybet jî xazên ku mirovan dixeniqînin, bêhiş dikin, dişewitînin, îsot û termoborîk tên bikaranîn. Li gel van, her wiha çekên nukleerî yên taktîk tên bikaranîn. Weke rojnamegerekî em nikarin xwe bigihînin van qadên ku ev çek lê tên bikaranîn. Nehiştin ku bijîşkên di qada çekên kîmyewî de pispor biçin herêmê. Bi dîmenên dawî re daxuyaniyên heta niha hatin piştrastkirin. Heta niha îdia dikirin ku çekên kîmyewî nayên bikaranîn lê van dîmenan ew kes derewandin û rastî derxist holê.”   'ÊN KU BI HEWARA BAŞÛRIYAN ÇÛYÎN GERÎLA BÛN’   Bi domdarî Seyda anî ziman ku yekemîn berpirsyarê bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta tirk ve, PDK ye û sedema wê wiha vegot: “PDK’ê bi şoveke mezin ragihand ku dest danîne ser maskeyên li dijî çekên kîmyewî ku bo gerîlayan diçûn. Ev yek ji bo ku dewleta tirk di şer de bi ser keve, kir. Bi wan dîmenan re nîşan da ku di şer de bi dewleta tirk re ye. Xwestin bi gel bidin bawer kirin ku dê gerîla li dijî gelê Başûr operasyonê bike. Lê belê ev demekî dirêje gerîla li Başûr e. Heta niha tu hewldaneke wan a bi vî rengî çênebû. Ma dê gerîla operasyonê bi maskeyan bike? Di dema êrişên DAIŞ’ê de ji ewil gerîla bi hewara gelê Başûr çû. Ma dê ew gerîla li dijî gelê Başûr operasyonê bike? Temamiya van tiştan, armanca PDK û Tirkiyeyê radixe ber çavan. Tekane armanca wan, tesfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Gelê Kurd e.”    'KURD HÊJ XWE LI BENDA ÇI DIGIRIN?’   Rojnameger Seyda got ku divê gelê kurd bi yekdestî li dijî bikaranîna çekên kîmyewî raber ser pêyan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di sala 2015’an di dema pêvajoyên xwerêveberiyan de bi sedan zarokên kurd di jêrzemînan de hatin qetilkirin. Cenazeyên zarokên kurd bi pişta panzêran ve hatin girêdan û kaşkirin. Cenazeyên zarokên kurd ji gorên wan hatin derxistin. Hestiyên wan bi qutiyên kargoyê ji malbatên wan re hatin şandin. Ji bo ku êdî tiştek were kirin ma divê çi bibe? Tevî vê yekê jî gelê kurd xwe li benda çi digire? Sazî û dezgehên mafên mirovan xwe li benda çi digirin? Bêdengiya saziyên mafên mirovan a li dijî sûcên Tirkiyeyê, cihê rexneyê ye. Ev sazî dikarin bi çalakiyên gel bikevin nava liv û tevgerê. Nexwe yek gavê naavêjin. Lahey dê bo kurdan gav neavêje. Ji ber ku çavên xwe li kuştina kurdan digire. Heta ku berjewendiyên wan bi dewleta tirk re hebin, dê qetilkirina kurdan jî bidome. Lewma divê her ji niha ve çalakiyên demokratîk dest pê bikin. Heke em bixwazin rê li ber van êrişên dagirkeriyê bigirin, divê em ji ewil li mala xwe, piştre jî li kolan, tax û hemû cîhanê dengê xwe bidin bihîstin.”