Bavê hunermend Nûdem Dûrak: Her kesî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst 2022-10-23 09:00:24   ŞIRNEX - Dengbêj Silêmanê Sofî, bavê hunermend Nûdem Dûrak anî ziman ku îhtîmal e ku êdî Nûdem ji ber nexweşîna xwe nikaribe bistrê û got: "Heta Ewropayê jî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst."    Hunermend Nûdem Dûrak ku ji bajarokê Dêrgulê ya Şirnexê ye, di sala 2015’an de ji ber stranên kurdî du doz lê hatibûn vekirin û di çarçoveya van dozan de 19 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Dûrak ku 6 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê tê ragirtin, bi nexweşiya Graves (guatira bijehr) û helandina hestiyan ketiye. Ji ber vê bi xetereya ku dengê wê biçe re rû bi rû ye. Ji bo berdana Dûrakê heta niha gelek hunermendên navdar ên wekî endamê koma muzîkê ya Pink Floydê ya Brîtanî Roger Waters, li ser hesabên xwe yên medyaya sanal bang kiribûn ku Dûrak bê berdan.    Dengbêj Silêmanê Sofî, bavê Nûdem Dûrakê ku wî ew fêrî stranbêjiyê kiriye û her cara çûye dîwana dengbêjan ew bi xwe re biriye, 7 sal in keça xwe nedîtiye. Dengbêj Silêmanê Sofî ku nexweş e, bang li hunermendan kir ku dengê keça wî bibihîzin.    'ÎHTÎMAL HEYE KU ÊDÎ NIKARIBE BISTRÊ'   Dengbêj Silêmanê Sofî anî ziman ku keça wî belasebeb hatiye girtin û wiha axivî: "Nûdem nexweş e, guatira wê heye û nexweşiya helandina hestiyan lê peyda bûye. 20 sal ceza lê birîne. Lê hê nû 7 salên xwe tije kirine. Nûdemê tu sûc nekiribû. Tenê sûcê wê straneke siyasî gotibû, ewqas. Di girtîgehan de gelek girtiyên nexweş ên wekî Nûdemê hene. Ji bo min ferqa Nûdem û wan tune ye. Xweziya ew girtiyên ku rewşa wan ji ya Nûdemê girantir bihatana berdan, bila Nûdem bima. Gelek kesên bê sûc û guneh di girtîgehan de hene. Heta niha Nûdemê kilam digotin, lê îhtîmal heye ku êdî nikaribe bibêje. Lê dîsa jî wê bernadin. Bi keyfî nêzik dibin. Dilê wan kengî bixwaze dê wê çaxê berdin."   'HER KESÎ BIHÎST TIRKIYEYÊ NEBIHÎST'   Bi domdarî Dengbêj Silêmanê Sofî diyar kir ku dengê Nûdemê bi tu awayî nayê bihîstin û ev tişt anî ziman: "Heta niha gelek kesan dengê Nûdemê bihîstiye û ji bo ku bê berdan ketine nava hewledanan. Lê mixabin wê bernadin û bi keyfî tevdigerin. Divê hunermendên xwedî wijdan, xwedî li Nudemê derkeve û piştgiriya wê bikin. Heta Ewropa jî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst. Tirkiye dibihîze lê xwe ker û lal dike. Bangawaziya min ji her kesî re ye, ji hevalên Nûdemê re heye, bila xwedî lê derkevin. Ji ber ku straneke kurdî got ev qas ceza lê birîn. Nûdemê ev qasî ceza heq nekiriye. Ez bi xwe jî dengbêj im, lê ez ne wekî Nûdemê me. Heger me jî stranên wekî wê bigotana dibe ku niha em jî girtîbûna. Nûdem di girtîgehê de ye, lê ez tevlî her dîwanên dengbêjan dibim û vê çandê diparêzim.    7 SAL IN KEÇA XWE NEDÎTIYE   Bavê Nûdemê da zanîn ku wî bi salan e keça xwe nedîtiye û axaftina xwe wiha qedand: "Ev 7 sal in min Nûdem nedîtiye. Ji ber ku dûr e û ez jî nexweş im nikarim biçim hevdîtinê. Ji ber wê nizanim bê niha çawa ye. Ez bêriya wê dikim. Heger ew anîbûna cihekî nêz ez biçûma cem wê. Lê dûr e û ez nikarim biçim."    Dengbêj Silmanê Sofî kilamek ji bo keça xwe Nûdemê got.   MA/ Zeynep Dûrgût