ROJEVA 23’YÊ COTMEHA 2022’YAN 2022-10-23 09:00:13 * Dengbêj Silêmanê Sofî, bavê hunermend Nûdem Dûrak anî ziman ku îhtîmal e ku êdî Nûdem ji ber nexweşîna xwe nikaribe bistrê û got: "Heta Ewropayê jî dengê wê bihîst, lê Tirkiyeyê nebihîst." * Li herêma Bestayê ya Şirnexê li 31 deveran dar tên birîn. Darên li herêmê di bin kontrola leşkeriyê de tên birîn.    * Dayik û bavê endama YJA-Starê Helbest Koçerîn ku di êrîşa çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dabû û dîmenên wê yên ku dema ji çekên kîmyewî bandor bibû hatibûn belavkirin gotin: "Em çi bi şens in ku keça me di vê dozê de canê xwe da. Ew ne tenê şehîda me, şehîda tevahiya Kurdistanê ye, em bi wê serbilind in."    * Xoşnav Ata ku di êrişên kîmyewî yên Tirkiyeyê de du biraziyên wî jiyana xwe ji dest dane,81 roj in li ber OPCW'yê nobeda edaletê digire. Ata got: "Em ancax bi berxwedanê dikarin dengê xwe ragihînin wan."    * Ozcan Sarioglû yê OHD'yî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pergaleke îşkenceyê ya 24 salan e û got kuCPT'yê bi daxuyaniya xwe piştrast kiriye ku ev tecrîdeke navdewletî ye.   * Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 594’an de berdewam dike.    * Dê serdana Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan a Amedê bê şopandin.    * Rêxistina DBP’a Mêrdînê dê bi tevlibûna Hevserokê Giştî Keskîn Bayindir, 6’emîn Kongreya Xwe ya Awarte li dar bixe. (11.00)   * Bi minasebeta salvegera erdheja Wanê dê merasîmên bîranînê bên lidarxistin. (12.00-18.00)   * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê dê bi mebesta protestokirina bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, li pêşiya Şaxa ÎHD’a Rihayê daxuyaniyê bide. (13.00)   * 4’emîn Rojên Berawirdiya Wêjeya Kurdî ya Amedê di roja 3’yemîn de didome. (13.00- 18.30)    * TJA dê li avahiya HDP’a Îzmîrê bi dirûşma “Li dijî tecrîdê em azadiyê, li dijî şer jî aştiyê diparêzin” forûmê li dar bixe. (14.00)     * Komîsyona Gel û Baweriyan a HDP’ê dê starta hevdîtinên xwe yên “Di Îslamiyetê de Ked, Aştî û Edalet” bi tevlibûna Hevserokê Giştî Mîthat Sancar li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê bide destpêkirin. (14.00)    *  Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê dê di roja 4’an de berdewam bike. (20.00)