Stranbêj Silayê strana xwe ya nû diyarî Jîna Amîniyê kir 2022-10-22 20:33:31   AMED - Stranbêj Silayê strana xwe ya nû "Kalksin Uyuyanlar" (Ên di xew de şiyar bibin) diyarî Jîna Amîniyê kir.   Stranbêj Silayê jî strana xwe ya nû ya bi navê "Kalksin Ûyûyanlar" (Ên di xew de şiyar bibin) diyarî Jîna  Amîniyê kir ku li Îranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hatibû qetilkirin û piştî qetilkirina wê li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pêşengiya jinan xwepêşandan dest pê kiribûn.    Silayê di klîba xwe de alaya ku ji poran pêkhatî ya bi mirina Jînayê re bûye sembolek bi kar aniye. Silayê got: "Min sond xwariye ku ez ê bi wan destên we yê bihêz bigirim."