Li Êlihê kesê ku di qezayê de birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da 2022-10-22 19:02:23   ELIH – Li Êlihê ji kesên ku di qezaya trafîkê ya duh de birîndar bûbûn Îbrahîm Halîl Aktay jiyana xwe ji dest da.    Duh bi şev li têketina Elihê otobuseke rêwiyan a fîrmayeke Amedê û qamyona harfiyatê li hev qelibîbûbûn. Di qezayê de ajovanê otobêsê Eşref Bozhan jiyana xwe ji dest dabû û 3 kes giran 21 kes jî birîndar bûbûn. Ji birîndaran Îbrahîm Halîl Aktay ku bi giranî birîndar bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê, tevî hemû mudaxeleyan jî jiyana xwe dest da.    Birîndarên din li nexweşxaneyê tên dermankirin.