Temel: Divê em li dijî tasfiyeyê bibin yek 2022-10-22 17:19:11   ÎZMÎR - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Tayîp Temel ê di kongreya ANYAKAY-DER’ê de axivî wiha got: “Îro yekane armanca tifaqa AKP’ê û MHP’ê tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurdan e. Divê em li hemberî vê yekê di berxwedanê de bibin yek.”   Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Xizmên xwe Windakirine re ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER) 2’yemîn Kongreya xwe ya Asayî li eywaneke dawetê ya li navçeya Konaka Îzmîrê li dar xist. Di kongreyê de pankartên bi nivîsa “Pênûsa heqîqetê nayê bêdengkirin” a bi wêneyê rojnamevan-akademîsyen Nagîhan Akarsel ê li Suleymaniyeyê hat qetilkirin û pankarta bi wêneyê Denîz Poyraz ê bi nivîsa “Li ser rêya deryayan li ser sifreya rojê” û “Dilsoziya bi nirxan re bi mezinkirina têkoşînê pêkan e” hatin daliqandin. Tevî nûnerên partiyên siyasî yên cuda û rêxistinên civakî yên sivîl, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Tayîp Temel, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, rêveberên HDP’ê û DBP’ê û malbata Denîz Poyraz a hat qetilkirin jî tevlî kongreyê bûn.   Di vekirina kongreyê de Hevserokê ANYAKAY-DER’ê Halît Batan axivî û diyar kir ku pêvajoyeke dijwar û şer diqewime heye û serkeftin ji rêveberiya nû re xwest.   Piştre Gulîstan Kiliç Koçyîgît a HDP'yî ku bi bîranîna Nagihan Akarsel, Jîna Emînî û Denîz Poyraz dest bi axaftina xwe kir wiha got: “Gelê kurd sed sal in li ber xwe dide. 40 salên dawî bi pevçûnan hate destnîşankirin. Gundên me hatin şewitandin û valakirin. Her yek ji me neçar man koçî erdnîgariyeke nû bikin. Lê me koka xwe ji bîr nekiriye.” Koçyigît, diyar kir ku gelê kurd li metropolan têkoşînê didomîne.     ‘TÊKOŞÎN WÊ DAWIYA DESTHILATÊ BÎNE’   Koçyîgît, bal kişand ser bikaranîna çekên kîmyewî yên Zap û Avaşînê û wiha berdewam kir: “Di şerê 40 salan de me şahidiniya gelek tiştan kir. Li dijî faşîzmê hêza herî têkoşer em in. Em li vir li ber xwe didin, Birêz Ocalan di girtîgehê de li ber xwe dide. Ji bo vê jî tecrîd heye. Ji ber vê yekê komkujî pêk tê. Lazim e gelê kurd sazî û têkoşîna xwe xurt bike. Ev yek wê dawiya desthilatdariya faşîst bîne.”   ‘DIVÊ EM LI DIJÎ ÎXANETÊ BIBIN YEK’   Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel jî diyar kir ku şer li Kurdistanê tê ferzkirin, li Rojava û Başûr li dijî zilmê berxwedanek heye û wiha got: “Îro faşîzma AKP’ê û MHP'ê tifaqek ava kiriye. Yekane armanca vê tifaqê tasfiyekirina têkoşîna azadiyê ya kurdan e. Behsa 2023’yan dikin. Sedsaliya înkarkirina hebûna gelê kurd û gelên Anatoliyê ye. Dixwazin gel sed salên din jî bê çand û bêziman bimînin. Ji bo vê jî dixwazin li Başûr bêhnê ji kurdan bistînin. Li Îmraliyê tecrîdê ferz dikin. Dixwazin bêhnê ji gelê kurd ê ku li Rojhilata Navîn mînak digire bi modeleke nû bistînin. Ew dijminê hebûna gelê kurd in. Hêzên kurd divê li ser xiyanetê yekîtiyê hilbijêrin. Em careke din bang dikin. Kî xizmetê ji zaliman re bike ne dostê me ye. Divê em di berxwedanê de bibin yek û li dijî îxanetê rawestin. Îro li dijî rejîma faşîst a Îranê yekîtiya kurd ava bûye. Lazim e her kes li cem vê bisekine. Kurd wê bi tevgera azadiyê re serbikevin.   XWERÊXISTINKIRIN LI DIJÎ XELETIYAN DENGEK E   Malbatên me heke birêxistin bin dikarin xurt bin. Tesfiyekar ewilî hewl didin bi rastiya malbatên me bilîzin. Ji bo vê jî ev komele, ev rêxistin ji bo me dengek li dijî hemû neheqiyan e. Ez careke din bang dikim. Divê malbatên me yên nirxdar li derveyî vê rêxistinbûyînê neyên hiştin. Divê nebe hedefa êrîşên faşîst. Ji bo vê jî pêwîste di bin vî banî de xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku ev berpirsyarî hilgirt ser milê xwe, ez dixwazim spasîya rêveberiya berê bikim. Ez serkeftinê ji wan kesan re dixwazim ku wê vê têkoşînê bidomînin.”   HEVSEROK HATIN HILBIJARTIN   Piştî xwendina raporên xebat û malî hatin xwendin Mîkaîl Atan û Rahîme Polat weke hevserokên nû yên ANYAKAY-DER’ê hatin hilbijartin.