Ji bo Gamze Laçîn xwarin dayîn 2022-10-22 16:21:00   DÊRSIM - Ji bo fermandara YJA STAR’ê Gamze Laçîn a di êrişên dewleta tirk ên li dijî qadên HPG’ê yên li Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, xwarin hate dayîn.    Ji bo fermandara YJA STAR’ê Gamze Laçîn (Amara Ronahî) a di 22’ê tebaxê de di êrişên dewleta tirk ên bi hevkariya PDK’ê yên li dijî qadên HPG’ê yên li Herêma Kurdistanê de jiyana xwe ji dest da, li mala malbatê ya li navenda Dêrsimê xwarin hate dayîn. Endam û rêveberên Komeleya Çand Yekitî Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên di Dêrgûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Windakirine re (MEBYA-DER), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD) tev li bûn.