Berdana girtiyê di binçavan de hêlika wî teqandine tê astengkirin 2022-10-22 16:06:06         ENQERE - Berdana Abdurrahîm Çetînkaya ku di îşkenceyê de hêlika wî teqandine ji aliyê Lijneya Çavdêriyê ya Îdareyê ve 4 caran hate astengkirin.    Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 424’emîn a çalakiya xwe de li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin gelhev. Di daxuyaniya ku pankarta “Tedawî Maf e Nikare Bê Astengkirin û Bila Girtiyên Nexweş Bên Berdan” hate vekirin de Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya Şaxa ÎHD’a Enqereyê Nûray Çevîrmen bal kişand ser rewşa Abdurrahîm Çetînkaya yê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Afyonkarahîsarê tê ragirtin.    ‘HÊLIKA WÎ TEQIYA YE’   Çevîrmen, diyar kir ku Çetînkaya di sala 2007’an de hatiye binçavkirin û îşkenceyeke zêde lê hatiye kirin û wiha got: “Zêdetirî pirsgirêkên wî yên tenduristiyê ji ber îşkenceyên wê demê hatin kirinê ne. Di îşkenceyê de rûviyên wî perçe bûne, tahrîbatên mayînde pêk hatine, hêj jî xwîn jê tê û di demên dawî de jê hatina xwînê ya ji birînên wî zêde bûne. Dîsa di heman îşkenceyê de navlingên wî hatine şidandin û hêlikeke wî teqiyaye. Heta niha têkildarî nexweşiya wî tu tedawî nehatine kirin. Hêlikên wî her tim diwerimin, şîn dibin û ji bo derketina tuwaletê zehmetiyê dikişîne. Ji bo demekê derman tên nivîsîn heman jan berdewam dikin. Di heman îşkenceyê de serê wî jî gelek caran li betonê hatiye xistin ji ber vê yekê ragihandiye ku di nava serê wî de her tim deng hebûye, di guhên wî de jî bi heman awayî deng hebûye û carna guhên wî qet nabîhisin.”   ‘NEHAT EMELIYAT KIRIN’    Çevîrmen, da zanîn ku dema Çetînkaya li Girtîgeha Şakrana Îzmîrê dihate ragirtin diviya ji nexweşiya kîsikê ziravê emeliyat bûye lê nehate kirin û wiha berdewam kir: “Di mîdeyî de gastrit heye û her tim edab çêdibe. Di xwarin xwarinê de zehmetiyê dikişine û gelek caran nikare xwarinê bixwe. Her wiha nexweşiya romatizma, astim û bêhn tengiyê pê re heye. Di qiriqa wî de edab heye, nexweşiya fitika stû, tansiyona çav û bêxwînî heye.   ‘DAXWAZA BERDANÊ’   Çevîrmen, anî ziman ku Çetînkaya 14 sal in di girtîgehê de ye, mafê berdana wî 4 car an bi biryara Lijneya Çavdêriya Îdarî hatiye astengkirin û wiha got: “Pirsgirêkên tenduristiyê ku dijî û astengkirina berdana wî ya ji aliyê Lijneya Çavdêriyê ve bandorê li psîkolojiya wî dike. Her wiha derfetê malbata wî ya alîkariya hiqûqî bike jî tune ye. Tevî ku nayê berdan, daxwaza sewqkirina wî ya Girtîgeha Tîpa L a Panosê jî nayê qebûlkirin. Em dixwazin ku ji bo tedawiya Çetînkaya di şertên bitendurist de li cem malbata wî bê kirin û bê berdan hewldanên pêwîst bên kirin.”