DMME dê biryara xwe ya derbarê ‘Darbeya 4’ê Mijdarê’ de di 8’ê mijdarê de eşkere bike 2022-10-22 12:03:16   ENQERE - DMME dê biryara xwe ya dosyeya derbarê doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag û parlamenterên din ên girtî de di 8’ê mijdarê de eşkere bike.    Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wê di 8'ê mijdarê de biryara xwe ya derbarê Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag û parlamenterên din ên girtî de eşkere bike.    DMME’yê di daxuyaniya xwe ya ji parêzerên parlamenterên ku hin ji wan hê di girtîgehê de ne, Reyhan Yalçindag Baydemîr re ragihandiye ku biryarê dê di 8’ê Mijdarê de eşkere bike.    Daîreya Mezin a DMME’yê biryara dosyeya mebûsên din ên ku bi serlêdana Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş re bûbûn yek tenê derbarê Demîrtaş de di kanûna 2020'an de biryar eşkere kiribû. DMME dê di 8'ê Mijdarê de biryara xwe ya der barê mebûsên din de ku di operasyona 4'ê mijdara 2016'an de hatibûn girtin eşkere bike.   Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr têkildarî teblîxa DEME’yê wiha got: “DMME dê hem li ser binpêkirina Dîwana Mezin û hem jî ji bo rakirina parêzbendiya qanûnî ya 40 wekîlan biryarê bide. Eşkere ye ku DMME dê di serlêdanên me de bi hincetên qedexekirina girtina ji ber sedemên siyasî, binçavkirina ne rewa, binpêkirina azadiya ramanê, mafê kombûn û rêxistinbûnê û binpêkirina mafê hilbijartinê biryarên bi vî rengî bide. Wê piştî demek dirêj bi biryarek nû ewqas desteserkirina hiqûqê careke din derkeve holê."