Tehliyeya Jiyan Ateş a girtî hat astengkirin 2022-10-22 11:17:47   ENQERE - Jiyan Ateş a li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan ku cezayê xwe temam kir, tehliyeya wê 6 meh hat taloqkirin.    Jiyan Ateş a ku di Girtîgeha Sîncanê ya Jinan de bi îdiaya "endamtiya rêxistina" 12 sal û 9 meh ceza lê hat birîn û ev 10 sal in di girtîgehê de ye, tevî ku cezayê wî qediya jî nayê berdan. Jiyan Ateş bi xwişka xwe ya mezin Îpek Ateş re bi telefonê axivî û diyar kir ku ji ber biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê 6 mehê din jî tehliyeya wê hatiye taloqkirin.   Xwişka wê Îpek Ateş anî ziman ku di astengkirina berdana Jiyanê de tiştekî berbiçav nîne û got ku "poşmantiyê" li xwişka wê tê ferzkirin û xwişka wê diyar kiriye ku biryara taloqkirina tehliyeya wê kêfî ye û bi ev biryar bi fermanê ye.