Hevserokê KCDK-E Koç: OPCW bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê 2022-10-22 10:29:28   STENBOL - Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç diyar kir ku wan dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî pêşkêşî Parlamentoya Ewropayê dane û OPCW jî bi bêdengiya xwe dibe şirîkê qetlîamê.    Li dijî êrişên bikaranîna çekên kîmyewî nerazîbûna kurdan û dostên wan zêdetir dibe. Herî dawî Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku dewleta tirk li dijî endamên wan çekên kîmyewî bikar aniye û 17 endamên wan jiyana xwe ji dest dane. Li ser vê daxuyaniya HPG’ê li seranserî dinyayê kurd rabûn ser pêya û nerazîbûn nîşanî dewleta tirk didin. Tevî ku dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî hatin weşandin jî û bang li Rêxistina Xedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) hat kirin jî lê neket nava tu hewldanan.    Bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) li gelek welatên Ewropayê kurdistanî û dostên xwe çalakiyan li dar dixin. KCDK-E’yê nameyek ji Dîrektorê Giştî yê OPCW’ê re şand û bang lê hatibû kirin ku bêdeng nemînin û jê hatibû xwestin ku Tirkiye bikaranîna çekên kîmyewî rawestîne. Her wiha KCDK-E’yê piştî çalakiya girseyî li ber Parlamentoya Ewropayê li dar xist, dosyeyek ku ji belge û dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî pêk tê radestî Parlamentoyê kir.    OPCW HEYETÊ QEBÛL NEKIRIYE     Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç têkildarî bêdengiya Ewropayê ya li dijî Tirkiyeyê axivî. Koç bi bîr xist ku heyetek ku ji mirovên zanist pêk dihat beriya bi du mehan çûn Başûrê Kurdistanê û di encama lêkolînan de gelek belge û delîl bi dest xistin. Koç anî ziman ku heyete pişt re xwestiye serdana OPCW’ê bike lê belê OPCW’ê ne heyetê û ne jî dosyeya heyete qebûl nekiriye. Koç da zanîn ku bêdengiya OPCW’ê hêz û cesarete dide Tirkiyeyê ku çekên kîmyewî bikar bîne.    ‘DIVÊ OPCW HEYET BIŞÎNE HERÊMÊ’    Koç bal kişand ser daxuyaniya OPCW'ê ya li ser hesabê xwe yê medya civakî da û wiha got: "OPCW di daxuyaniya xwe de îdia dike ku ‘Heta ku alî daxwaza lêkolîn û lêpirsînê nekin em nikarin li ser îdiayan lêkolînê bikin’. Em vê daxuyaniya OPCW'ê weke ser girtina bûyerê dibînin û dibêjin erka xwe pêk nayîne. Hem raporên heyetê û hem jî wêneyên ku HPG’ê bi raya giştî re parve kirin diyar in. Divê OPCW van wek delîl bibîne û heyetekê bişîne herêmê. Ev daxuyaniya OPCW û ev bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina êrişên kîmyewî ye. Ger bêdeng bimînin û erka xwe pêk neynin, dibin şirîkê vê qetlîamê. Lewma ev tê wê wateyê ku saziyên navneteweyî ne mirovan, berjewendiyên dewletan esas digirin.”   ‘ROJA XWEDÎ DERKETINA RÛMETÊ YE’    Koç anî ziman ku çalakiyên li dijî êrşên çekên kîmyewî wê bidomin û got: “Heke em bêjin 'Ev çek sûcê mirovahiyê ne' divê her kesê ku dibêje ez mirov im, helwesta xwe nîşan bide. Roj roja xwedî derketina rûmetê ye. Ji ber ku ev êriş di şexsê gerîla de li dijî gelê kurd tên kirin.”   MA / Ergîn Çaglar