Birayê Cîger ê HPG'î: Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin 2022-10-22 09:02:34   STENBOL - Îhsan Derîcî, birayê Cîger Malazgîrt ê di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da, bertek nîşanî bêdengiya cîhanê da û got: "Kurd dê hesabê vê yekê bipirsin."    Di êrişên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirk de ku li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê dane destpêkirin de, 17 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîneyen Jinên Azad ên Starê (YJA-Star) jiyana xwe ji dest dabûn. Ji HPG'iyên jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Cîger Malazgîrt (Alîcan Derîcî) yê ji Mûşê bû. Cîger di 28'ê tebaxê de li Zapê jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku cenazeyê Cîger li Zapê ye.    LI DIJÎ DAÎŞ'Ê ŞER KIR   Îhsan Derîcî, birayê Cîger Malazgîrt diyar kir ku birayê wî di sala 2011'an de di nava xebatên ciwanan ên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) de cih girtiye û piştî 9 mehan tevî 2 kesan hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin û ew şandine Girtîgeha Kandirayê. Derîcî bilêv kir ku birayê wî piştî 3 mehan ji girtîgehê derketiye û gava derketiye 10-15 rojan li cem wan maye û birayê wî şevekê nehatiye malê û ew jî lê geriyane lê hew xeber jê girtine. Derîcî wiha domand: "Carekê me xeberek jê girt ku çûye Kobanê. Me bihîst ku li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer kiriye û di du caran birîndar bûye. Dûre heta şehîd ket jî me xeber jê negirt."    ‘TÊKOŞER BÛ'   Derîcî anî ziman ku birayê wî tim li ber neheqiyê rabûye û wiha got: “Ew mirovekî têkoşer bû. Dixwest tim li pêş be û tiştekî bike. Ew kesekî bibiryar bû. Heger tiştekî nîqaş bikira an jî bikira gava mezinan digot 'neke' wî ya rast kîjan bûna ew dikir. Hevalekî wisa têkoşer bû. Malbatê û derdora wî, pir hez jê dikirin."   ‘SERÎ NEDITEWAND'   Derîcî anî ziman ku dêya wî bi awayekî pir cuda hez ji birayê wî dikir û got ku ji 8 xwişk û birayan ew ê navîn bûye. Derîcî destnîşan kir ku birayê wî tu carî serî neditewand.    BERTEK   Derîcî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: “Em li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ne. Em vê yekê şermezar dikin, lanet dikin." Derîcî destnîşan kir ku divê çekên kîmyayî li tu devera cîhanê neyên bikaranîn û got ku ev yek sûcê li hemberî mirovahiyê ye. Derîcî kîmyabarana li Helebçeyê bibîr xist û got: "Em ji Helebçeyê dizanin ku bê kîmyasal tiştekî çi qasî xirab e."   Derîcî ku xwest bi taybetî kurd vê bikaranîna çekên kîmyewî bibînin û got divê cîhan li dijî vê yekê bertek nîşan bide û bi tundî şermezar bike.   ‘MALBATA BARZAÎ XIYANETÊ DIKE'   Derîcî bertek nîşanî xiyaneta malbata Barzanî da û got: “Malbata Barzanî îxanetê li nijada xwe dike. Em qebûl nakin ku ji bo berjewendiyan tiştekî wiha li rêxistin an jî kesên ji nijada xwe bike. Û bi ya me ev tiştek îpir xirab e, tiştek pir qirêj e."   ‘KURD DÊ HESAB BIPIRSIN'   Derîcî destnîşan kir ku dê hesabê êrişên kîmyewî bê pirsîn û wiha got: “Seddam çawa berdêla vê yekê da û hat cezakirin, ez hêvîdar im yên ku ev yek kirine jî dê hesab bidin. Dê bi giranî bedêla vî şerê qirêj û şerê hevkariyê bê bidin. Ez di wê baweriyê de me ku rojekê dê kurdên li Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê hesabê vê bipirsin. Û dê ew bi giranî bedêla vê bidin."   NEÇÛ ESKERIYÊ   Dayik Kameriye Derîcî jî da zanîn ku gava kurê wê ji girtîgehê derketiye heya 15 rojan destûr hatiye dayîn ji bo çûna eskeriyê û got kurê wê jê re gotiye "Di girtîgehê de zilm û heqaret li min kirin." Dayik Derîcî bilêv kir ku kurê wê neçûye eskeriyê û wiha got: "Di girtîgehê de zilm lê kirin, ew jî rabû çû. Çima kurd tên kuştin? Ji ber doz azimanê xwe dikin zilm li wan tê kirin. Dibêjin 'Çima tu kurd î?'"   ‘BILA CIWANÊN ME NEŞEWITÎNIN'   Dayik Derîcî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî da û wiha got: "Dibêjin 'em misilman in.' Lê çima çekên kîmyewî bi kar tînin? Bila kîmysala nebarînin ser zarokên me û ciwanên me neşewitînin."