Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket 2022-10-21 20:35:51   AMED – Metîn Guven piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket.    Metîn Guven ê di Girtîgeha Yozgatê ya Tîpa T'yê de, piştî 30 sal û 6 mehan hat berdan. Malbata Guven li ber girtîgehê ew pêşwazî kir. Guvenê ji girtîgehê derket tevî malbata xwe ber bi Bismila Amedê ve bi rê ket.    Guven ku di sala 1992’yan de hatiye girtin û cezayê muebedê lê hatiye birîn, di 30’yê Nîsana 2022’yan de cezayê lê hatibû birîn temam kiribû. Lê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehaê “poşmanîtî” lê ferz kiribû. Guven jî ji ber ku ev ferzkirin qebûl nekiribû berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin. Piştî 3 mehan Guven, di 20’ê Tebaxê de cardin bi heman tiştî re rû bi rû mabû û cardin berdana wî 3 mehan hatibû taloqkirin.