Malbata Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin 2022-10-21 18:09:19   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wasiyê wî ji bo hevdîtinê pê re bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê di şert û mercên giran ên tecrîdê de tê girtin. Birayê wî Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û malbata Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de ji bo hevdîtinê bikin serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.