Tevî astengkirina polîsan jî nobeta Malbata Şenyaşar didome 2022-10-21 13:26:01   RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar tevî hemû astengkirinan berdewam dike. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê ku serdana malbatê kir wiha got: “Feraseta AKP’ê wê sibê dusibe biçe, malbata Şenyaşar wê bi vê sekna xwe ya serbilind derbasî dîroka cîhanê bibe.”   Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar ku di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 592’yemîn de berdewam dike. Dayik û kur ên di saetên serê sibê de hatin ber Edliyeya Rihayê pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar Edalet” bi bariyerên beton ve kir û nobeta xwe da destpêkirin. Serdanên piştgiriya malbatê berdewam dike. Pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê îro serdana malbatê kirin. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê jî bi şandeyê re serdana malbatê kir.    ‘DESTHILATA AKP’Ê TÊK ÇÛYE’   Berdevka Demê ya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Yildiz Ok Orak, diyar kir ku zextên li ser Malbata Şenyaşar her ku diçe zêde dibin û wiha got: “Bi bariyeran cihê nobetê hate girtin. Niha jî qad kirine otopark. Li dijî berxwedana malbatê, desthilata AKP’ê têk çûye. Ev bîryardarî û sekna serbilind a malbatê di asta ku li cîhanê bibe mînak e. Wê sibê du sibe feraseta AKP’ê biçe, malbata Şenyaşar wê bi vê serbilindiya xwe ve derbasî dîrokê bibe. Em li dijî têkoşîna malbatê bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”    Ok, anî ziman ku heta daxwazên edaletê yên malbatê bên bi cih wê bi wan re têbikoşin û wiha axivî: “Divê herkes bi malbatê re di nava piştevaniyê de be. Emîne Şenyaşar ji bo hemû jinan sembol e. Tevî hemû şertan jî lêgerîna edaletê ya malbatê berdewam dike.”   POLÎS HEWL DA ASTENG BIKE   Piştî daxuyaniya hate dayîn polîsan biryara qedexeya Walîtiya Rihayê ya 3 rojan a çalakiyan weke hincet nîşan da û xwest mudaxileyî nobetê bike. Bi dehan polîsên hatin qada nobetê, diyar kirin ku dîmen girtina çapemeniyê jî qedexe ye. Polîsên ji şandeyê re ragihandin ku heke daxuyaniyê bidin çapemiyê wê wan binçav bikin, li ser bertekên malbatê û beşdarvanan neçar man paşve biçin.    Şandeya, tevî astengkirina polîsan bi malbatê re bêhnekê nobet girt û dû re ji qadê veqetiya.