18 meh in ji Abdullah Ocalan agahî nayên girtin: Divê têkoşîneke civakî bê dayîn 2022-10-21 12:35:32   STENBOL - Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku bi mûafkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji “mafê hêviyê” Tirkiye nîşan dide ku ew biryarên DMME’yê nas nake û destnîşan kir ku li dijî tecrîdê pêwîstî bi têkoşîna civakî heye.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de tê ragirtin, ji axaftina telefonê ya hatiye birîn a 25'ê Adara 2021’an û vir ve agahî jê nayên girtin. Derbarê biryara binpêkirina mafan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de têkildarî cezayê hefsê yê muebbeta girankirî de derbarê Ocalan de dabû jî tu gav nayên avêtin. Buroya Hiqûqê ya Asrinê û rêxistinên hiqûqê têkildarî pêkanîna biryara binpêkirina maf a DMME’yê dayî serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku pêvajo dişopand da.    Tirkiyeyê têkildarî serlêdanên rêxistinên maf û hiqûqê di 14 cotmehê de “Planeke Çalakiyê” ya nû pêşkeşî Komîteyê kir. Lê careke din diyar kir ku Ocalan ji “mafê hêviyê” hatiye muafkirin, ev jî tê wateya ji “derfeta serbestberdana girtiyekî ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn an jî cezayê muebbetê yê girankirî jê re hatiye dayîn” muaf hatiye girtin û hin sûc jî “îstîsna” ne. Yek ji parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk, têkildarî agahî negirtina ji muwekîlê wan Ocalan û têkildarî “Plana Çalakiyê” ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dayîn nirxandin kirin.    ‘TIRKIYE BIRYARÊN DMME’YÊ NAS NAKE’    Ozturk, bibîr xist ku Tirkiyeyê di sala 2015’an de jî "Plana Çalakiyê" pêşkêş kiriye û anî ziman ku plana dawî 'plana neçareseriyê' ye û ji planên berê yên di warê neçareseriyê de paşvemayîtir e. Ozturk da xuyakirin ku Tirkiyeyê di sala 2015’an de bersivek daye ku ew ê ‘tedbîran bigire’ û got: “Di plana xwe ya heyî de daxuyaniyeke gelekî zelal dide ku wê di hiqûqa xwe ya navxweyî de sererastkirinan neke. Tirkiye bi rengekî vekirî dibêje, ‘Biryarên DMME’yê esas in, lê em van biryaran bi cih naînin.’ Yanî eger îro kesekî cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn, ji bo berdana bi şert an jî kêmkirina ceza serlêdanê bike, dadgeh wê bêje 'berdana we nepêkan e, ji ber ku hukmê qanûnî nîne'. Ev tê wê wateyê ku Tirkiye bi rastî jî biryara DMME'yê nas nake û di pêvajoya şopandinê de sozên ku Komîteyê dane wê bi cih neîne.”   PLANA ÇALAKIYÊ YA ‘BÊPLAN’   Ozturk, derbarê bêparhiştina Ocalan a ji "mafê hêviyê" de jî wiha got: “Di hiqûqa Tirkiyeyê de bi Ocalan re guhertinên 'awarte' yên cidî hatine kirin.” Ozturk, bi lêv kir ku her sererastkirina qanûnî berçavgirtina “îstîsnayan” tê çêkirin û wiha berdewam kir: “Weke îstîsna hatiye diyarkirin lê îtîraza DMME’yê jî têkildarî vê rewşa ‘îstîsnayê’ ye ji xwe. Girtiyê edlî ku cezayê muebbetê yê giran lê hatiye birîn dikare bi şertê kontrola edlî bê berdan an jî cezayê lê hatiye birîn bê kêmkirin. Lê girtiyê siyasî nikare ji vê sûd bigire. DMME, diyar dike ku ev yek nabe. Sererastkirinên xwe yên qanûnî dibêje lê têkildarî ku dê ji bo vê çibike, çi bergiriyan bigire tu teahudan nadeyne holê.”   ‘HIQÛQA LI GORÎ KESAN’   Ozturk, bal kişand ku piştî girtina Ocalan li Tirkiyeyê di qada hiqûqê de gelek sererastkirinên qanûnî hatin kirin û anî ziman ku piştî Ocalan derbasî ‘pergala hiqûqê ya li gorî kesan bûn’. Ozturk, axaftina xwe wiha domand: “Qanûnên di sala 2005’an de derketin weke ‘Qanûnên Ocalan’ hatin binavkirin. Bi gotineke din, hemû hiqûqa Tirkiyeyê li ser bingeha redkirina Birêz Ocalan a sûdê ji van mafan bigire hatiye avakirin.” Ozturk, da xuyakirin ku heta niha derbarê hejmara girtiyên ku cezayê muebbetê yê girankirî li wan hatiye birîn de agahî negirtine û ev helwesta Tirkiyeyê ne tenê li ser Ocalan bandorê li zêdeyî bi hezaran girtiyên ku cezayê hefsê yê muebbeta girankirî girtine jî dike.    ‘DIVÊ MUEYÎDE LI TIRKIYEYÊ WERE FERZKIRIN’   Ozturk, îhtîmala ku komîte di biryarên derbarê Ocalan de helwesteke cidî û bi bandor nîşan nede, bi awayekî rasterast têkildar e ku pirsgirêka Kurd bêçareserî bihêle û got: “Ev rewş ji bo DMME’yê jî derbas dibe. Dosyayeke me ya tecrîdê ya aydê sala 2011’an li DMME’yê heye. Tevî ku 11 sal derbas bûn jî hêj vê dosyayê tu encam negirtin. Yanî bêdengiyeke û bêbandoriyeke cidî li hemû organên Desteya Wezîran heye.”    Ozturk, qala serdana Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) ya li Îmraliyê kir û da zanîn ku ji ber bertek zêde bûn serdan hate kirin. Ozturk, destnîşan kir ku divê rapora CPT’iyê bê weşandin û anî ziman ku tecrîd her ku diçe girantir dibe. Ozturk da xuyakirin ku divê Komîte hemû rewşan li ber çavan bigire û ev tişt got: “Tirkiye di rewşeke wisa de ye ku van rewşên binpêkirinê roj bi roj zêde dike. Ji ber vê yekê niha rewşeke ku li hemberî Tirkiyeyê û cezayan tedbîran bigire heye. Di vê rewşê de Tirkiye dikare paşve gavê bavêje û hiqûqê bi xebitîne.”    TÊKOŞÎNA HIQÛQÎ Û CIVAKΠ   Ozturk, da zanîn ku ji bo Komîte pêvajoyê bileztir bike wê bikevin nava hewldanan û wiha bi lêv kir: “Ji bilî têkoşîna hiqûqî ya li dijî tecrîdê divê têkoşîneke civakî bê meşandin. Têkoşîna hiqûqî ya em dimeşînin têre nake. Têkoşîna me ya takekesî bi tena serê xwe têra nake. Ji ber vê yekê, em difikirin ku ragihandina sazî û rêxistinên sivîl vê rewşa eşkere ya binpêkirinê, gelekî girîng û bi bandor e.”   TÊKILIYA DI NAVA TECRÎD Û ÊRIŞAN DE     Ozturk, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan hatiye ferzkirin û êrîşên li Herêma Kurdistana Federe pêk tên jî xwedî heman armancê ne û wiha axivî: “Em dibînin ku kurd bi êrîşên kîmyewî re di bin gefa qirkirinekê de ne. Ev gefa qirkirinê hem bi rengê xwe yê fîzîkî hem jî bi rengê xwe yê çandî dewam dike. Êrîşa kîmyewî armanc dike ku bi maneyeke fîzîkî xwe bigihîne encama qirkirinê. Ev di heman demê de peyameke ku ji civakê re tê dayîn e. Êrîşên wan ên li dijî kurdan bi bikaranîna çekên kîmyewî li wir nîşan didin ku çiqasî dikarin biçin. Her wiha armanc dike ku ji bo civaka kurd a ku jiyana azad armanc dike paşve vegerîne, berxwedana heyî çavtirsandî bike. Hay ji vê heye, pêwîste li dijî vê sîstemê têkoşîneke mezintir, kûrtir bê meşandin. Me qala organên Konseyê kirin. Bêdengiyeke cidî û bêbandoriya wan heye. Sedema negirtina biryaran û negirêdana wan a bi tu cezayan çi ye? Dibe sedem ku Tirkiye van şert û mercên faşîzmê gaveke din bi pêş ve bibe. Ji ber ku beramberiya wê ya tiştekî ku bike û mueyideyeke wê nîne. Wê demê ew dikare wê hîn bêhtir bipêş bixe. Ji ber vê yekê, çavkaniya pevçûnê û neçareseriya li wir, kûrbûna vê kaosê, pêwendiya xwe bi dûrxistina Birêz Ocalan ji tevahiya cîhana derve heye.”   Ozturk, bal kişand ser girîngiya berteka civakî ya li dijî tecrîda li ser Ocalan û ev bang kir: “Li aliyê civakî jî divê li dijî van êrişan bersiveke cidî bê dayîn. Divê hêzên demokratîk ji van êrişan re bi awayekî cidî bibin bersiv. Li gorî min divê di hişmendiya van helwest û tevgerên bêexlak li dijî vê yekê têkoşîn bê pêşxistin.”   MA / Ergîn Çaglar