Sarisozen: Sedema bikaranîna çekên kîmyewî têkçûn e 2022-10-21 11:59:38   ENQERE - Nivîskar Veysî Sarisozen destnîşan kir ku leşkerên tirk li gel hemû potansiyela xwe nikare encam bigire û got: “Ji ber vê têkçûnê dest bikaranîna çekên kimyewî yên bi peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin, kiriye."    Rojnameger û nivîskar Veysî Sarisozen têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên bi ser başûrê Kurdistanê ve ku çekên kîmyewî bikar tîne ji ajansa me re axivî. Sarisozen anî ziman ku sedema vê yekê “têkçûn” e û got divê li dijî sûcên şer têkoşîna mezintir bibe.    ‘SERHILDANA WIJDANÊ’   Sarisozen bi bîr xist ku dîmenên kêliyên dawî yên du gerîlayan wijdana hemû mirovan arasteyî serhildanê dike û derveyî HDP’ê, hemû partiyên muxalîf û dewletê Ewropayê bi temaşekirinê “şirîkatiya” qetlîamê û sûcên şer dikin.    ‘MANEWIYAT NEWEKHEVIYÊ XERA DIKE’   Sarısozen destnîşan kir ku şerê ku bi awayek giran dimeşiya veguherî şereke ku bi hemû potansiyela xwe dane vî şerî didome û got: “Ev şer di navbera du hêzên newekî hev de berdewam dike. Heke ku 2 tang, 10 helîkopter hatibin xistin; 2 hezar zêdetir leşker hatibin kuştin, ev nîşan dide ku tugayên zirxî, tumenên hewayî û hêzên dewletê yên bejahî li qadê ne. Her roj Suleyman Soylû derbarê hejmara gerîlayan de daneyan dide. Li dijî milyonek leşker û çekên nukleer ên teqtîk 120 gerîla û keleş hene. Vê newekheviyê manewiyatê xera dike.”   ‘SEDEMA ÇEKÊN KÎMYEWÎ TÊKÇÛN E’   Sarisozen ragihand ku li gor bîlançoya Biryargeha Fermandariya HPG’ê parve kiriye gerîla êrişa TSK’ê sekinandiye, şikandiye û ev jî nîşan dide ku encam nayê girtin. Sarisozen diyar kir ku teqîna her bombeya kîmyewî, tangên TSK, balefirên şer û SÎHA’yan, topên obus, komandoyên perwerdekirî, çeteyên cîhadê, hêzên girêdayî Barzanî û sîxur jî bi kêrî tiştekî nayên. Sarisozen sedema vê rewşê wek “Negirtina encamê” nîşan da û diyar kir ku heke ji şer encam bigirtana dê çekên kîmyewî bi kar neanîna.    LI HER DERA CÎHANÊ TÊKOŞÎN   Sarisozen têkildarî pêşveçûna şer hin pêşdîtinên xwe parve kir û wiha axivî: "Rêveçûna şer dê di dema pêş de li dijî lihevkirina Amerîka, Rûsya, Rêveberiya Barzanî; gerîla wê bi tevlîbûnên xwe yên nû û zêdekirina tîmên xwe yên bitevger, HDP wê bi çalakbûna xwe, gelê bakûr wê bi çalakiyên şermezarkirinê, dîaspora wê bi piştevaniya hêzên enternasyonalîst diyar bibe." Sarisozen bal kişand ser giringiya rola “siyaseta demokratîk” a rêxistinkirina çalakiyên şermezarkirinê da ku bikeve rojeva cîhanê û got: “Divê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê li her dereke cîhanê di asta herî jor de têkoşîn bê kirin."