Hevserokê KCD'ê: Bêdengî pejirandina bikaranîna çekên kîmyewî ye 2022-10-21 09:04:47   AMED - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk der barê êrişên Tirkiyeyê yên li Başûrê Kurdistanê û Rojavayê de destnîşan kir ku PDK di bikaranîna çekên kîmyewî de şirîkê Tirkiyeyê ye û wiha got: "Kesên li hemberî vê bêdeng dimînin, bikaranîna çekên kîmyewî dipejirînin."   Bertekên li dijî bikaranîna çekên kimyewî yên ji aliyê dewleta tirkî ve li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistana Federe tên bikaranîn berdewam dikin. Di bertekên hatine dayin de hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi Tirkiyeyê re û bêdengiya dewletên navneteweyî bi tûndî tên şermezarkirin.    Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk êrişên bi çekên kîmyewî ji ajansa me re nirxandin.    HEVKARIYA TIRKIYE Û PDK'Ê   Hevserokê KCD'ê Ozturk bal kişand ser hevkariya PDK'ê ya bi Tirkiyeyê re û wiha got: “Ji Efrînê heta bi Zapê di hemû êrişên Tirkiyeyê de rola PDK jî heye. Piştî ku Serokê DYA'yê Joe Bîden û Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan bi telefonê axivîn di 23’'yê Nîsana 2021’ê de Tirkiyeyê êrişî herema Başûrê Kurdistanê kir. Divê ew êrişên Tirkiyeyê di çarçoveya plansaziyekê de bên nirxandin. PDK jî di nava vê plansaziyê de bê dîtin. Tu sekna PDK'ê ya li dijî bikaranîna çekên kimyewî tune ye. Li ser hewldanên dagirkeriya Başûr, Tirkiye û PDK'ê li hev kirine. Dixwazin li Rojavayê jî rêveberiyeke wekî ya PDK'ê ava bikin. Dibêjin heke statuya kurdan hebe jî, bila di bin kontrola me de be. Civakêk azad, serbixwe û rêveberiya ku tevahî civakê dihewîne naxwazin, rêveberiyeke wekî ya malbata Barzanî dixwazin. Ji ber wê jî ji bo rêveberiya li Rojavayê xirab bibe êriş dikin. PDK, azadbûna kurdan ji xwe re wekî gef dibîne. Ji ber ku vê paradîgmayê ji xwe re gef dibîne, li dijî hewildanên dagirkeriya li Başûr, hevkariyê bi dewleta tirkî re dike. Li dijî destkêftiyên kurdan ên Rojavayê jî bi heman awayî PDK bi dewleta tirkî re hevkariyê dike. Hevkariya wan berbiçav e."   ‘EV DAGIRKERÎ YE'   Ozturk diyar kir ku Tirkiye ji bo planên xwe yên "Misaqî Mîllî"yê êrişê dibe ser her derî û wiha berdewam kir: “Di êrişên desthilatdariya AKP-MHP'a faşîşt de jî ev yek tê xuyakirin. AKP-MHP bi daxwaza ‘neo-osmanîtiyê' (osmaniya nû) wan deran dagir dike. Me gelek caran di hewldanên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê yên li Başûr de jî ev yek anî zimên. Me got, ew ji xwe re PKK'ê dikin hincet, derdê wan ne tenê PKK ye. Me mînaka Efrîn û Girêspiyê da. Ji ber çi hûn  Rojavayê dagir dikin? Ev şer li dijî kê çêbû? Bi dehhezaran şehîd li wir hatin dayin. Bi pêşengiya jinan li dijî hovên DAÎŞ’ê li Rojavayê rûmeta mirovahiyê hat parastin. Ew êrişên dagirkeriyê û metîngeriyê ne. Lê îro ew hişmendiya ku asê ma ye çekên kîmyewî bi kar tîne. Li dijî kurdan hemû rûmeta mirovahiyeyê, exlaq û hiqûqê binpê dikin. Li ber çavê hemû dinyayê bi bikaranîna çekên kimyewî, di pêkanînên dijmirovahiyê de gavek din avêtin.”   ‘BIKARANÎNA ÇEKÊN KIMYEWÎ QEDEXE YE’   Ozturk di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser konvansiyona Cenevreyê jî ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe kiriye. Ozturk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li gorî vê protokolê hem çêkirina çekên kimyewî hem standina wan û hem jî bikaranîna wan qedexe ye. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Di Yekîtiya Neteweyan (NY) de li dijî çekên kîmyewî saziyek jî hat avakirin. Li Başûrê Kurdistanê, li Helebçeyê jî çekên kîmyewî hatin bikaranîn. Kesên ku firotina wan çekan dikin jî girîng e, li ser vê ew jî kar dikin. Li gorî bandora wan çekan ew jî çekên nû çêdikin. Li Helebçeyê li ser kurdan ew çekên kîmyewî ceribandin, kurdan ji xwe re wekî berazê labaratuwarê dibînin. Divê ev yek neyê qebûlkirin. Divê di serî de gelê kurd li dijî vê yekê rabe. Dema ku li dijî bikaranîna çekên kimyewî hemû kes bêdeng bimîne, ev wê hîn bêtir bikaranînê teşwîq bike. Dewletên ku di NY'yê de peymana wan hene jî ji bo kar bikin wan çekan difroşin Tirkiyeyê. Wan çekan hem li ser xwezayê hem jî li ser mirovan bi kar tînin bi vî awayî wan çekan diceribînin û li gorî bandora wan çekên nû û pêşketî çêdikin. Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ne. NY û Rêxistinên Ewropayê jî çekên kîmyewî qedexe kirine.”   ‘DIVÊ HEMÛ KES BERTEK NÎŞAN BIDE’   Ozturk destnîşan kir ku çendî qedexe ne jî lê dewleta tirkî li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tîne û wiha pê de çû: “Tevî ku gelek caran bi daxuyaniyan bikaranîna çekên kîmyewî hatiye rojeve jî saziyên berpirsyar hê jî bêdeng in. Li hemberî sûcê li dijî mirovahiyeyê bêdeng in. Bandora çekên kîmyewî ya li ser mirovan û xwezayê hatiye tespîtkirin. Hûn dê hem bêjin demokrasî û azadî hem jî li dijî bikaranîna çekên kimyewî yên ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve li Başûrê Kurdistanê tên bikaranîn bêdeng bin. Ev nayê qebûlkirin. Li dijî vî sûcî divê hemû kesên ku ji xwe re dibêjin em însan in deng derxin û bertekan nîşan bidin. Tenê li ser medyaya sanal bi çend hevokan meriv nikare li dijî vê yekê rabe. Divê li qadan meriv pêşî li ber vê hişmendiyê bigire. Divê hemû kes li dijî vê yekê bêje ‘Tu nikarî wan çekan bi kar bînî, ez li dijî vê yekê bêdeng namînim, heke ez bêdeng bimînim ez ê jî bibim hevkarê vî sûcî.’ Heke li dijî vî sûcî kî bêdeng bimîne ew jî hevkarê vî sucî ye. Divê tu kes bêdeng nemine.”     ‘DIVÊ 100 QATÎ UKRAYNAYÊ DENG BÊ DERXISTIN'   Di dawiya axaftina xwe de Ozturk bal kişand ser êrişên Rûsyayê yên li Ûkraynayê jî ku bi van êrişan bikaranîna çekên kîmyewî ketibû rojevê û got ku piştgiriya ji bo Ûkraynayê hat nîşandayîn divê 100 qatî wê ji bo Kurdistanê jî bihata nîşandayin. Ozturk wiha got: "Ev 100 sal in ku gel li çar parçeyê Kurdistanê têkoşîna azadiye dide. Berê jî li Helebçeyê negotin jin e, zarok e û pîr e, çekên kîmyewî bi kar anîn. Wê deme jî hemû dinya bêdeng bû. Yên ku mafê mirovan diparêzin û têkoşîna mafê mirovan didin dikarin vê bêdengiyê hilweşînin û qanûnên ku derbarê vê de hene pêk bînin. Meriv nikare bibejê ew tenê pirsgirêka gelê kurd e. Yên ku bêdeng dimînin bikaranîna wan çekan dipejirînin. Ew jî ji bo ku wan çekan difroşin bêdeng in û dipejirînin. Tenê kurd winda nakin hemû mirovahî winda dike. Ji ber wê jî divê meriv bi dubarê bibîr bixe û tiştên li Başûrê Kurdistanê bi awayekî hovane tên kirin û qaîdeyan binpê dikin sed qatî ji yên li Ûkraynayê tên kirin zêdetir in."    MA / Mahmût Altintaş - Mujdat Can