Li aqûbeta rapora otopsiyê ya gerîlayên bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dan pirsî 2022-10-21 09:02:30   STENBOL - Parêzvana mafên mirovan Kîraz Bîçîcî bêdengiya sazî û dezgehên navneteweyî ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî rexne kir û li aqûbeta raporên otopsiya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane pirsî.    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê nîsanê ve didomin. Di êrîşên ku bi piştgiriya PDK'ê pêk tên de, çekên ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve hatine qedexekirin tên bikaranîn. Navenda Parastina Gel (NPG) di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku dewleta tirk di 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku di mehên tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karker 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên 2 HPG'iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûbûn jî hatibûn belavkirin.    Tirkiyeyê di 12'ê Gulana 2001'ê de jî li Tepeyê Bejê yê navçeya Çêrmê ya Çewligê bi çekên kîmyewî 20 gerîlayên PKK'ê qetil kiribûn. Wê demê şandeyeke Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) çûbû li cihê bûyerê lêkolîn kiribûn. Ji kesên di wê şandeyê de yek jê Kîraz Bîçîcî bû. Bîçîçî bikaranîna çekên kîmyewî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve û helwesta saziyên navneteweyî nirxand.    SIYASETA ÎNKAR Û QIRKIRINÊ   Biçîcî anî ziman ku Tirkiyeyê gelek caran çekên kîmyewî bi kar aniye û got ku çekên kîmyewî cara yekem di sala 1938'an de li Dêrsimê hatine bikaranîn. Bîçîciyê diyar kir ku Tirkiye bi aramnca "înkar û qirkirinê" serî li bikaranîna çekên kîmyewî dide û got: “Tu sedemeke din nîn e. Ji ber ku nikare serî pê re derxe înkar dike. Tiştekî hûn hebûna wê înkar bikin, hûn ê bi hêsanî çawa serî pê re derxin? Hûn ê bi qirkirinê serî pê re derxin."    Bîçîciyê destnîşan kir ku Tirkiye guh li tu astengiyan nake û wiha got: "Tenê astengiyek heye ew jî têkoşîna gel e."   NIKARIN XWE BIGIHÎNIN RAPORÊN OTOPSIYÊ    Bîçîcî bal kişand ser rapora ku der barê çekên kîmyewî de belav kirine û got ku berê dikaribûn xwe bigihînin raporên otopsiyê yên gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest dane, lê niha na. Bîçîcî bilêv kir ku lewma dewlet dixwaze êrişên bi çekên kîmyewî "rewa" bike û wiha got: "Me wê demê xwe gihandibû raporan. Encamên êrişên bi çekên kîmyewî, raporên otopsiyê yên gerîlayên ku wê demê bi çekên kîmyewî re rû bi rû mabûn di dest me de bûn. Lê niha ji van kîjan did est me de ne? Em dikarin xwe bigihînin kîjanî ji wan?"   FIKAR ZÊDE DIBIN   Bîçîcî diyar kir ku 17 endamên HPG'ê yên ji ber çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane fikar zêde kirine û bertek nîşanî bêdengiya rêxistinên navneteweyî da. Bîçîcî ev tişt gotin: “Her kes xwe li kor û kerîtiyê datîne. Gava berjewnediyên dewletan li hev derneyên, li ber çekên kîmyewî radibin, lê gava bi hev re bin piştgiriya hev dikin. Dewleta Tirkiyeyê jî vê yekê baş bi kar tîne. Lewma ev yekê dê bi 17 gerîlayan sînrodarkirî nemîne û wis axuya dike bikaranîna çekên kîmyewî dê zêde bibe. Bi taybetî ji ber ku dewleta Tirkiyeyê di olîtîkaya navxweyî de xitimiye vî şerî gurtir dike."    PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ   Bîçîcî destnîşan kir ku îmzeya Tirkiyeyê li binî gelek peymanên navneteweyî heye û wiha got: "Lê li gorî kîjanê tevdigere? Ji îşkenceyê bigire heya binpêkirina mafê azadiya fikr û ramanê... li gorî kîjanî tevdigere? Li gorî dilê xwe hereket dike. Di polîtîkaya navxweyî de pêdivî bi polîtîkayeke şer heye. Pêdivî bi rageşiyekê, bi pevçûneke navxweyî heye. Lewma çi zilm hebe dê bike."    TÊKOŞÎNA GELAN   Bîçîcî bêdengiya sazî û dezgehên navneteweyî ya ji bo êrişan jî rexne kir û wiha got: "Xuya ye bê daxwazên me, serlêdanên me bi tiştine çi qasî sûkî di ser guhê xwe re davêjin. Naxwazin qîrînên me bibihîsin. Lê gel dikarin bi hêza xwe ya cewherî serî bi vê re derxin. Yan na xêra tu dewletan nagihê kesî."    MA / Rukiye Adiguzel