Ji bo doza Apê Mûsa serî li AYM'ê dan 2022-10-20 23:20:34   ENQERE – Malbata Mûsa Anter û parêzerê malbatê Selîm Okçûoglû têkildarî biryara "demboriyê" ya der barê doza Mûsa Anter de serî li AYM'ê dan. Doza Mûsa Anter di 21'ê Îlona 2022'yan de ketibû ber demboriyê.    Danişîna biryardayînê ya doza Apê Mûsa (Mûsa Anter) ku di 20'ê Îlona 1992'yan de li Amedê hatibû qetilkirin, di 21'ê Îlonê de li Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Enqereyê hatibû lidarxistin. Dadgehê biryar dabû ku doz têkeve ber demboriyê.    Mehek di ser biryarê re derbas bûye, lê hê jî heyeta dadgehê hinceta biryara xwe eşkere nekiriye.    SERÎ LI AYM'Ê DAN   Piştî biryara dadgehê malbata Anter û parêzerê malbatê Selîm Okçûoglû serî li Dadgeha Îdare ya Herêmê ya Enqereyê dabûn. Di ser serlêdanê re 3 hefte derbas bûne lê hê jî dadgehê hinceta biryara xwe eşkere nekiriye. Ji ber vê yekê malbatê û parêzerê malbatê têkildarî biryara "demboriyê" serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan.