Ji ber daxuyaniya têkildarî çekên kîmyewî der barê Fîncanciyê de lêpirsîn 2022-10-20 18:03:09   ENQERE - Ji ber daxuyaniyên têkildarê êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta tirkî, lêpirsîn li Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci hat vekirin.   Ji ber daxuyaniya der barê êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê de li Seroka Konseya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê bi îdiaya “propagandaya rêxistinê“ û “heqaretê li tirkan û dewleta Komara Tirkiyeyê û saziyên wê kiriye“ lêpirsînê hat kirin.