Li Mêrdînê berteka hevpar: Divê bêdengiya li dijî çekên kîmyewî bi dawî bibe 2022-10-20 16:40:23   MÊRDÎN - Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bertek nîşanî êrişên çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li dijî HPG’ê dan, bêdengiya li dijî êrişan rexne kirin û wiha gotin: “Em ê tucar musade nekin ku sûcê mirovahiyê bê kirin.”    Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên bi banga Şaxa Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Mêrdînê hatin gel hev êrişên çekên kîmyewî yên dewleta tirk ên li dijî HPG’ê li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê bikaranîn şermezar kirin. Nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştgiriyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (ÎHD), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB), Odeya Bijîşkan a Mêrdînê û Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Mêrdînê û bi sedan kes li ber Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê kom bûn. Girseyê pankarta ku li ser “Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî vekirin.    LI DIJÎ HIQÛQA NAVNETEWÎ YE   Parêzer Azad Bayram ê li ser navê girseyê daxuyaniya hevpar xwend, diyar kir ku desthilat her roj her roj yeka nû li binpêkirina mafan zêde dike û got: “Eşkere ye ku hikumeta ku kaosê derdixîne, li hemû welêt bi taybetî li girtîgehan di nava şert û mercên tecrîdê de hikum dike. Van bêhiqûqiyan sînorên welêt derbas kirine û di dîmenên dawî yên hatine weşandin de jî delîlên li ser bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hiqûqa navneteweyî derketine holê. Bikaranîna çekên kîmyewî weke sûcekî şer tê pênasekirin ku bi peymanên navneteweyî tê qedexekirin û şermezarkirin.” Bayram bi bîr xist ku Tirkiye yek ji aliyên Peymana Çekên Kîmyewî ye ku hilberîn, stokkirin û bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dike û armanc dike ku wan kontrol bike û anî ziman ku tevî vê yekê jî Tirkiye bi taybetî di êrîşên ji sala 2021'an û vir ve li dijî xaka Herêma Federe ya Kurdistanê daye destpêkirin de li dijî hiqûqa navneteweyî tevgeriya ye.   ‘DIVÊ BÊDENGÎ BI DAWÎ BIBE’   Bayram da xuyakirin ku di dîmenên hatine weşandin de diyar dibe ku Tirkiye ji Nîsana 2021'an û vir ve bi rengekî sîstematîk çekên kîmyewî yên weke gaza kîmyewî, nukleerên taktîkî, bombeyên termobarîk û gaza hardal bi kar tîne û diyar kir ku di lêkolînên hatine kirin de hatiye tespîtkirin ku çekên kîmyewî di mehên borî de li herêmê jî hatine bikaranîn. Bayram, anî ziman ku dîmenên êrîşa kîmyewî ya 17 endamên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan, asta texrîbata erdnîgarî ya li herêmê radixe pêş çavan û wiha berdewam kir: “Çekên kîmyewî ne tenê sûcê li dijî mirovahiyê ne, di heman demê de zindiyên li xwezayê dijîn û ekosîstema xwezayê tune dikin. Tevî vê yekê jî partiyên li Peymana Cenevreyê ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dikin, bêdeng dimînin. Em di wê baweriyê de ne ku ev bêdengî binpêkirina mafên mirovan e û em dixwazin ev bêdengî di zûtirîn demê de bi dawî bibe.”   BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWÎ KIRIN   Bayram, qala çalakiya Nobeta Edaletê ya Xoşnav Ata ku du biraziyên xwe di encama bikaranîna çekên kîmyewî de winda kirin 80 roj in li ber Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) didomîne kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bang li raya giştî ya cîhanê û bi taybet NY'yê dikin ku li dijî van sûcên dijmirovahî pêwîstiyên Peymana Cenevreyê bi cih bînin. Dîsa em li bendê ne ku OPCW tavilê heyetekê bişîne herêmê ku lêkolînên pêwîst bike û tavilê gavên ku nîşan dide ne alîgirê sûcê li dijî mirovahiyê ye, biavêje. Em weke rêxistinên civakî yên sivîl û parêzvanên mafên mirovan; em ê tu carî destûrê nedin ku sûcên li dijî mirovahiyê bên kirin. Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin.”   Daxuyanî bi dirûşmeya “Hêrsa dayikan wê kujeran bixeniqîne” bi dawî bû.