Komîsyon ji bo betalkirina parlamenteriya Guzel civiya 2022-10-20 13:20:02   ENQERE - Komîsyona Têkel a Makeqanûn û Edaletê ji bo betalkirina parlamenteriya Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel civiya. HDP’iyan bertek nîşan dan ku rojnameger ji komîsyonê hatin derxistin.    Komîsyona Têkel ku ji Komîsyona Makeqanûn û Edaletê pêk tê, bi hinceta “nedomkirinê” ji bo xistina parlamenteriya Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Semra Guzel, civiya. Komîsyon, bi serokatiya Serokê Komîsyona Makeqanûnê Yûsûf Beyazit civiya ku Parlamenterê AKP’ê yê Tokdarê ye. Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenter Huseyîn Kaçmaz, Garo Paylan, Erdal Aydemîr, Muazzez Orhan Işik, Mûrat Çepnî, Zuleyha Gulum, Mahmut Togrul û Omer Faruk Gergerlîoglû jî di civînê de amade bûn.    Piştî xwendina ewraqên hatin ber destê komîsyonê, Beyazit ê AKP’î xwest ku rojnameger ji civînê bên derxistin. Li ser vê yekê Beştaş bertek nîşan da û rageşî derket.    Beştaş, diyar kir ku tu sedemeke ji bo derxistina rojnamegeran nîne û wiha got: “Tiştekî qanûnî ye ku em nêrînên xwe parve bikin û divê xebatkarên çapemeniyê neyên derxistin. Her cara ku em li vir dicivin, parlamenteriya parlamentereke me tê betalkirin. Di komîsyonên meclisê de çapemenî tê astengkirin. Tişta jê re dibêjin dezenformasyon, ev e.”    Civîn, bi axaftinên Beştaş didome.