Li Silêmaniyê di wesayitekê de teqîn 2022-10-20 13:16:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Li taxa Alî Nacî ya Silêmaniyê di wesayîtekê de teqîn rû da.    Li taxa Alî Nacî ya bajarê Silêmaniyê ya bi ser başûrê Kurdistanê ve di wesayîtekê de teqîn rû da. Li gorî nûçeya RojNewsê tê gotin ku birîndar hene. Yekîneyên asayîşê cihê bûyerê dorpêç kirin û destûr nadin ku rojnamevan nêzî cihê bûyerê bibin.