Malbatên girtiyan: Girtî nikarin li benda meh û salan bisekinin 2022-10-20 13:01:54   AMED - Malbatên girtiyan li ber Edliyeya Amedê kom bûn xestin zilma li ser zarokên wan bi dawî bibe û gotin girtiyên nexweş nikarin li benda mehan û salan bisekinin.    Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin di roja 338’emîn de berdewam kir. Malbatên girtiyan ji bo bertekên xwe nîşan bidin û daxuyanî bidin li ber Edliyeya Amedê kom bûn. Di daxuyaniyê de hat bi lêv kirin ku di serdena wan a Enqereyê de partiyên siyasî soz dane wan ku dê daxwazên malbatan û girtiyan bicih bînin.    Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Gulistan Atasoy û Zeyad Ceylan,  Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Hayrettîn Altun, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) jî ji bo piştevaniyê tev li daxuyaniya malbatan bûn.    Xwişka girtiyê nexweş Reşahad Ada axivî û da zanîn ku ew çûne Enqere û wan raporên zarokên xwe birine radestî partiyên siyasî kirine. Ada diyar kir ku wan daxwaza bicihanîna xwestekên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ji partiyên siyasî re gotine û got: “Me ji wan re got ku bila înfazên wan ne şewitînin û cezayê dîsiplînê nedin wan. Partiyên siyasî deriyên xwe ji me re vekir û got ku em ê xwestekên we bi cih bînin. Bila Serokkomar û Wezîrê Dadê çavên xwe baş vekin û  li ser xwestekên zarokên me yên ku me birine Meclisê bisekinin. Girtiyên me pir nexweş in û nikarin li benda mehan û salan bisekinin.”   ‘ÊDÎ BES E’    Ada bal kêşand ser zext û zilma li girtîgehan tê kirin û wiha got: “Em ê serê xwe li ber vê zilmê natewînin. Êdî bes e. Zext û tûndiya li ser zarokên me bila bi dawî bibe. Wan dikin hucreyên yêk kesî û dest bi kelepçekirî wan dibin nexweşxaneyê û tedawî dikin. Em van kiryaran qebûl nakin. Gava em serê xwe datînin ser balîfên xwe em bawer nakin ku bibe sibe. Bila çareseriyekî ji zarokên me re bibînin. Hetanî çareseriyek neyê dîtin em dest ji çalakiya xwe bernadin. Banga min li tevahî cîhanê ye û dibêjim ku bila bibin dengê zindanan. Bila êdî ev zilma li ser serê me rabe. Berxwedan jiyan e.”   Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên “Heq, hiqûq, edalet” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.