Li cihê çalakiya Malbata Şenyaşar erebeya hespan hat parkkirin 2022-10-20 12:56:17   RIHA - Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşa berdewam dike. Li şûna cihê çalakiya malbatê parxêle (erebeya hespan) hat parkirin. Malbatê got ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.    Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê diroja 591’emîn de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û lawê xwe Ferît wek her sibehê hatin cihê çalakiyê û bi bariyerên betonê ve pankarta “Ji bo Malbata Şenyaşar edalet” daliqandin û dest bi nobeda edaletê kirin. Berê cihê çalakiya malbatê polîsan bi bariyerên hesin dorpêç kiribû lê belê ji ber berxwedana malbatê bariyer hatibûn rakirin. Piştî vê yekê qad bo wesayîtên sivîl veguherandibûn otoparkê.    Li cihê nobedê wesayît tên parkkirin. Îro jî li cihê ku pankart lê tê daliqandin, parxêle (erebeya hespan)bi bariyeran ve hat girêdan.    Ferît Şenyaşar da zanîn ku dozger û polîs çi dikin bila bikin ew ê ji qadê venqetin û bi biryardarî çalakiya xwe bidomînin. Şenyaşar anî ziman ku wesayît ne bes bûn niha jî erebeya hespan anîne parkkirin e û ev hewldanên dozgeriyê hemû beyhûde ne.    Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî parkkirina erebeya hespan da û ew ji polîsan bi guman in ku ereboka hespan anîne cihê çalakiya wan bicih kirine. Emîne Şenyaşar îşaretî erebeya hespan kir û got: “Vaye edaleta we ev e.”