HTŞ ber bi Efrînê, rejim ber bi Idlibê ve! 2022-10-20 11:50:38   RIHA - Rojnamevan Cemîl Ebdo, diyar kir ku pêşdeçûna HTŞ’ê ya ber bi Efrînê ve ji bo Idlib radestî rejîmê bê kirin amadekariyeke destpêkê ye û bi lêv kir ku Tirkiye HTŞ’yê pêşkeş dike ku planên li ser cihên wê dagirkirine vala derxîne.    Hate îdiakirin ku Heyet Tahrîr el-Şam (HTŞ) ku Tirkiye jî di nav de di lîsteya rêxistinên terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), Kanada û Amerîkayê de ye bi komên girêdayî wê ve di 13’ê cotmehê de navenda Efrînê xistine bin kontrola xwe. Çavkaniyên herêmî ev îdia piştrast kirin.    Daxwaza HTŞ’ê ya ji bo ber bi Efrînê ve pêşde biçe ji serê mehên havînê ve di çapemeniyê de cih girt. Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 25’ê gulanê de daxuyaniyek dabû û li dijî van geşedanan hişyarî dabû.    TÊKILIYÊN HTŞ’Ê Û ARTÊŞA TIRK   Li Efrîna ku di 20’ê çileya 2018’an de bi navê ‘Operasyona Şaxa Zeytûnê’ ji aliyê artêşa tirk û Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayî wê ve hate dagirkirin HTŞ û komên koalîsyonê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve di nava SMO’yê de hatin avakirin û hevkarê HTŞ'ê Ehrar El Şam jî di nav de ye, ji havînê û vir ve di nava şer de ne. HTŞ’a ku bi guhertina navê Eniya El Nûsra ya baskê El Kaîde yê Sûriyeyê derket holê û tê îdiakirin ku 30 hezar endamên wê hene li Idlibê bi cih bû. Di 18’ê hezîranê de Tahrîr El Şam ji deriyê Xezewî, navçeya Cindiresê û gundên derdorê re derbas bû û bi alên Ehrar El Şamê bi konvoya leşkerî kete Efrînê. Li nêzî bajarê Babê yê rojhilatê Helebê piştî şerê di navbera şervanên Tugaya Sêyemîn û Ehrar El Şam derket de bajarê Efrînê hate bidestxistin. Li dijî pêşdeçûna HTŞ’ê û liv û tevgera nava Efrînê balkêşe ku Tirkiye bêdengê.     SENARYOYÊN GENGAZ   Gelek senaryoyên anîna çeteyên Tehrîr El-Şam a ber bi Efrînê ve hene. Yek ji wan dîsîplîna hin komên paramîlîter e ku pêkanîna fermanên Tirkiyê bi riya “Tehrîr El-Şam” dereng dixe û ev jî îsbat dike ku koma herî nêzî îstixbarata Tirkiyê ye. Ya din jî ew e ku geşedanên li Efrînê amadekariyên danûstandinên plankirî yên di navbera Şam û Tirkiyeyê de ne ku tê payîn idlib radestî hikumeta Şamê û Rûsyayê were kirin.    Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) Cemîl Ebdo geşedanên pêk hatî ji ajansa me re vegot.    ‘DIVÊ BERSIVA PÊŞDEÇÛNA HTŞ’Ê BÊ DAYÎN’   Ebdo, diyar kir ku nêzî 10 roj in şer û pevçûn hene û bi lêv kir ku HTŞ ji rojhilatê Efrînê hatiye ketiye bajêr. Ebdo, ev pêvajo wiha vegot: “HTŞ di pêvajoya ku ber bi Efrînê ve dihat bi awayekî hêsan kete nava Efrînê. Berê xwe dan navçeya Cindiresê û ew der xistin bin kontrola xwe. Li Gurzele û hin gundên Efrînê bersiva pêşdeçûna wan hate dayîn lê ev ne têre nekirin. HTŞ’ê piştî gundên Efrînê yên beriya niha hatibûn dagirkirin berê xwe da Kefer Cenniyê. Niha li van gundan bi cih bûne û şer liv ir tê meşandin. Em dizanin ku li vir hevdîtinan dikin û hewl bidin li hev bikin.”   HTŞ’A KU PIŞTEVANIYA WÊ YA FÎNANSÊ BI DAWÎ BÛ VEGERIYA TIRKIYEYÊ   Ebdo, da zanîn ku roja HTŞ li Helebê hate avakirin ve ji aliyê Emîrtiya Ereban a Yekbûyî (BAE) ve tê fînansekirin, Amerîka di lîsteya fînansê de cih digire û wiha berdewam kir: “Piştî ku Trump bûbû serok ev kom ji lîsteya fînansekirina Amerîkayê hatibû derxistin. Piştî vê HTŞ nêzîkî Tirkiyeyê bû. Di pêşerojê de jî têkiliyên wan hebûn û ev bi hincetê ji nû ve bihêz kirin. Lê di pêvajoya dawiyê de di navbera hikumeta Şamê û Tirkiyeyê de nêzîkatiyek pêk hat. Ev hewldanên axaftinê BAE aciz kir. Ji ber vê yekê ev kom dîsa pêşkêş kirin û pêngaveke ku têkiliyên Tirkiyeyê û Hikumeta Şamê xera bike da destpêkirin.”   ‘GEL BI KOMKUJIYAN RE RÛBIRÛ NE’    Ebdo, bi lêv kir ku Tirkiye fêhm dike ku planên li ser herêmên dagir kirine hene û bi pêşxistina HTŞ’ê re hewl dide van planan vala derxîne û anî ziman ku yek ji sedemên bingehîn ên vê yekê ew e ku li herêmên dagir kirine pêşî li avabûneke li hemberî wan bigire. Ebdo, bal kişand ku li dijî Şêrawa ku di nava Rêveberiya Xweser û girêdayî Kantona Efrînê de ye planên qirêj tên meşandin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Plan dikin ku vê derê dorpêç bikin. Piştî ku Efrîn dagirkirin dixwazin nifûsa şêniyên Efrînê ku derbasî Şêrawa bûne kêm bikin. Ev dagirkerî û kontrola HTŞ’ê ya li van deran wê di demê pêş de rê li ber komkujiyan vebike. Em vê ji pêvajoya Idlibê dizanin. Gelek mirovên ne misilman ji aliyê HTŞ’ê ve hatin qetilkirin. Li Efrînê civaka êzidî û elewî hene. Ew jî di bin xetereyeke mezin de ne.”   MA / Ceylan Şahînlî