'Ker û lalîtiya cîhanê ya ji bo çekên kîmyewî nayê qebûlkirin' 2022-10-20 10:04:25   AMED - Amediyan bi tundî bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk dan û wiha gotin: "Çekên ku li cîhanê hatine qedexekirin, çima gava li dijî kurdan tên bikaranîn kes deng ji xwe dernaxe? Divê her kes li dijî vê rabe."   Tirkiye bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji 17’ê Nîsanê de êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe dike. Dewleta tirkî di van êrişan de heya niha 2 hezar û 467 caran çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar aniye. Li gorî daxuyaniya Navenda Parastina Gel (NPG) dewleta tirkî di van êrişan de nukleerên taktîk, bombeyên termobarîk û fosforê bi kar tîne. Dîsa li gorî daxuyaniyê, di tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karkerê 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane.    Amediyan bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta tirk li dijî endamên HPG’ê bikaranîn dan. Amediyan bang li her kesî kir ku li ber sûcê li dijî mirovahiyê rabin.    BÊDENGIYA CÎHANÊ!   Welatiya bi navê Evîn Balta bi bîr xist ku li cîhanê bikaranîna çekên kîmyewî hatiye qedexekirin û wiha got: "Lê çima dinya ji bo kurdan ker û kor û lal e. Ev tişt nayê qebûlkirin."   Baltayê rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Êdî Barzanî divê dest ji vê qirêjiya xwe berde û bes alikariya Erdogan bike. Berê çi anîne serê bavê wî, dê sibeh bînin serê wî jî. Bila dest ji îxanetê û dijminatiyê berde û bê ser rêya rast. Her roj cîgera me dişewite. Xwede ji wan re û yên îxanetkar re nehêle. Dinya li hemberê çekên kîmyewî radibe, lê çima dema mesele kurd bin, xwe lê bêdengiyê datîne? Ma kurd ne mirov in! Ev bi tu awayî nayê qebûlkirin. Ew ji bo gelê kurd çûne. Mirovên herî bi rûmet ev kes in. Êdî bila bes mirov bên kuştin. Bila aştî çêbibe. Bila kurd vê tirsa li ser xwe bavêjin û li hemberî vê zilmê rabin. Ma ev tirs hê heya kengî wiha bidome? Bi tirsê tu encam bi dest nakeve."   'KESÊN DIBÊJIN EM DEMOKRAT IN DIVÊ DENG DERXE'   Ji şêniyên bajêr Ramazan Bayrak jî destnîşan kir ku bikaranîna çekên mirovan bi tu awayî nayê qebûlkirin û got ku li ku derê dibe bila bibe her kes li ber rabe. Bayrak ji bo vê bang li raya kurdî û ya cîhanê kir û wiha got: "Di serî de divê DYE û dewletên Ewropayê deng derxînin. Çima dema mesele tê ser kurdan, deng ji xwe naînin? Min tu wate neda vê yekê? Li ku derê dibe bila bibe, dema çekên kîmyewî hatin bikaranîn divê li hember bê sekinandin. Bikaranîna çekên kîmyewî sûc e. Lewma divê her kes, di serî de Amed û li Tirkiyeyê kesên dibêjin 'em sosyalîst û demokrat in' li hemberî vê bêdeng nemînin."    ‘SÛCÊ HERÎ MEZIN'   Kutbettîn Keskînkiliç jî bilêv kir ku bikaranîna çekên kîmyewî ji sûcekî pir mezin e û wiha bertek nîşan da: "Divê em li hemberî vê bibin yek. Dema li Îraqê çend kes bi çekan hatin kuştin dinyayê deng derxist, lê dema mesele tê ser kurdan her kes xwe li bêdengiyê datîne."    Hîkmet Îpeklî jî bal kişand ser tahdeya li kurdan tê kirin û wiha got: "Ji ber ku kurd nabin yek em di vê rewşê de ne. Heya ku kurdên îxanetkar hebin rewş dê wiha be. Ev îxanetkar dibin asteng li ber serîrakirina kurdan. Divê ev îxanet ji holê rabe. Em azadiyê, aştiyê dixwazin."   Cemal Karabûlût jî wiha got: "Dewlet li ser kurdan polîtikayên cur bi cur pêk tîne. Li Kurdistanê çekên kimyewî bi kar tîne. Daristanên me şewitandin. Êdî çûcik jî nafirin. Ne li Kurdistanê, li ku derê dibe bila, kî çekên kîmyewî bi kar bîne Xwedê ji wan re nehêle. Kurd divê li hemberî vî şerî êdî bibin yek."   MA / Mehmet Guleş - Rûken Polat