Bavê Xemgîn ê bi çekên kîmyewî hat qetilkirin: Em ê doza heqê zarokên xwe bikin 2022-10-20 09:03:06   ŞIRNEX - Mûrat Şen ku kurê wî Xemgîn Cizîr (Yahya Şen) li herêma Zapê bi bi çekên kîmyewî hate qetilkirin, got: "Kî dibe bila bibe, ew kesê ku çekên kîmyewî bi kar tîne ne wijdan pê re heye ne jî exlaq. Çi li DMME'yê çi jî di qada navneteweyî de, em ê doza heqê zarokên xwe bikin."    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ên li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Kurdistana Federe ji 17'ê nîsanê ve didomin. Di êrîşên ku bi piştgiriya PDK'ê pêk tên de, çekên ji aliyê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ve hatine qedexekirin tê bikaranîn.    Navenda Parastina Gel (NPG) di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku dewleta tirk di 6 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 476 caran bombe û çekên kîmyewî yên qedexekirî bi kar anîne. Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku di mehên tebax, îlon û cotmehê de li qada Şikefta Birîndaran 9, li qada Karker 5 û li qada Werxelê ya Avaşînê jî 3 endamên Hêzên Parastina Gel (HPG) bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dane. Her wiha dîmenên 2 HPG'iyên ku ji çekên kîmyewî bandor bûbûn jî hatibûn belavkirin.    Ji endamên HPG'ê yên ku li Zapê bi çekên kîmyewî jiyana xwe ji dest dabûn yek jê jî Xemgîn Cizîr (Yahya Şen) bû. Bavê wî Mûrat Şen bertek nîşanî bikaranîna çekên kimyewî da û got ku ew ê li dijî vê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.    'BÊEXLAQTÎ YE'   Mûrat Şen wiha axivî: "Ev rastiyeke kurd û Kurdistanê ye. Em bi wan serbilind in. Çimkî bi salan e zarokên gelê kurd bedelên giran didin. Ez bawerim ku her 17 jî bi rûkenî çûn. Wan ji me re rûkeniya xwe hişt û divê em jî bi rûken bin. Em jî soz didin ku em ê bi rûkenî bidomînin."   Bav Şen, destnîşan kir ku şerê ku dewleta tirk dike derveyî exlaqê ye û wiha domand: "Şerekî dijwar û bêexlaqî heye. Xemginiya herî mezin ew e ku ew 17 kes di encama bikaranîna çekên kimyewî de gihiştin şehadetê. Rast e, şerek heye û her kes jî wê li ber xwe bide. Lê di dinyayê de exlaqê şer heye. Ya ku herî me diêşîne ev şerê beexlaqî ye. Wekî bavekî hevrêyê wan, dixwazim tevahiya dinyayê li ser bikaranîna çekên kîmyewî bisekine. Herin cihê bûyerê lêkolîn bikin. Çima zarokê vî gelî bi çekên kîmyewî tên qetilkirin? 6 meh in dar û daristanên Kurdistanê hemû şewitandin. Û ciheke ku kîmyasal bi kar neanîne nehiştine. Lê mixabin îro cîhan bêdeng e. Ev bêdengî jî cesaretê dide kiryarên hovane. Kî dibe bila bibe ew kesê ku çekên kîmyewî bi kar tîne ne wijdan pê re heye ne jî exlaq. Dibe ku wekî serkeftineke nîşan bidin, lê bi salan e ev ciwan li ber xwe didin û wê li ber xwe bidin."    'PÊŞÎ LÊ BIGIRIN'   Şen, xwest ku hêzên navneteweyî çavê xwe vekin û biçin li herêmê lêkolînê bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di qada navneteweyî de bikaranîna çekên kimyewî qedexe ye. Lê mixabin, her kesî çavê xwe lê girtiye û temaşe dike. Çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê li ser vê bisekinin. Çi li DMME'yê çi jî di qada navneteweyî de, em ê doza heqê zarokên xwe bikin. Heta dilopek xwîn di laşê me de hebe em ê nehêlin ku mafên wan winda bibin. Ez bawer im ku wê her malbat bi vê hestiyarîyê tevbigere. Divê êdî berjewendiyên hêzên cîhanê ne li ser canê ciwanên Kurdistanê bin. Pîçekî bi exlaq û mirovahî nêzî mijarê bibin. Ji başûr bi sedan telefonên sersaxiyê ji min re hatine."   BANG LI RAYA KURDÎ KIR: ÊN TÊN KUŞTIN ZAROKÊN VÊ AXÊ NE   Bav Şen di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya raya kurdî kir û got: "Lê bangawaziya min bi taybetî ji wan re ye. Ew zarokên me yên ku li wir tên kuştin zarokên wê axê ne, zarokên we ne. Ew axa ku tê jehrîkirin axa we ye. Ji Koyê bigire heta Silêmaniyê û ji wir heta Mûşê li her çar perçeyên Kurdistanê berxwedaneke bêhempa heye. Ê ku li wir jiyana xwe ji dest didin, zarokên vê axê ne. Silêmanî ne dûrî Mûşê ye, Mûş ne dûrî Kobanê ye, Kobanê jî ne dûrî Şirnexê ye. Tu hêviya min ji dewletên navneteweyî nemaye. Ez bang dikim, bes vî şerê hov bidin meşandin. Bila bes zarok di vî şerê bêexlaqî de bên kuştin. Îro divê piştgirî ne tenê rojane be. Hêzeke bêexlaq ketiyê wê derê. Kes nizane kî ye. Pêşî lê bigirin."