Nameya KCD-E'yê ya ji bo OPCW'yê: Dest ji vê bêdengiya xwe berdin! 2022-10-19 20:03:15 NAVENDA NÛÇEYAN - KCDK-E'yê nameyek ji Dîrektorê Giştî yê OPCW'yê Fernando Arias re nivîsiye û gotiye ku dest ji vê bêdengiya xwe berdin û nehêlin Tirkiye çekên kîmyewî bi kar bîne. Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCD-E), nameyek ji Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) re nivîsiye. KCD-E'yê di nameya xwe de êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistana Federe bibîr xistine.    KCD-E'yê di nameya xwe de bal kişandiye ser êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê yên di salên dawî de û raporên saziyên kurdî û navneteweyî yên li hemberî êrişên bi çekên kîmyewî yên Tirkiyeyê. KCD-E'yê destnîşan kiriye ku berpirsiyariya OPCW û bi taybetî jî ya Dîrektoriya Giştî ya OPCW'yê ye ku dewleta endam Tirkiyeyê bi van sûcan tawanbar bike û wiha gotiye: "Çendî Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulûsî Akar li xwe mikur hatiye ku li Iraqê li hemberî kurdan çekên qedexekirî bi kar tînin jî, Dîrektorê Giştî û dewletên endamên OPCW'yê bi bêdengiya xwe li hemberî sûcên şer ên rejîma Erdogan xwe li bêdengiyêd atînin û barê wî sivik dikin."    KCD-E'yê di nameya xwe de armanca hebûna OPCW'ê bibîr xistiye ku armanca wê pêşî li ber bikaranîna çekên qedexekirî bigire. KCD-E'yê di nameya xwe de destnîşan kir ku OPCW ji bo çekên kîmyewî yên li Dûma û Gutaya Sûriyeyê tevgeriyaye û heyetek şandiye wir û wiha gotiye: Pêşgirtina li sûcên şer û pêkanîna peymanên navnetweyî divê bia wayekî bijartî neyên pêkanîn. Di mijarên mafên mirovan de divê liv û tevger ne li gorî berjewendiyên siyasî bin. OPCW, êdî divê guh li bangawaziyên gelê kurd, IPPNW'yê û pisporên navneteweyî bike û li ser mijara bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve hûr bibe. Tirkiye û hemû welatên endamên OPCW'yê divê bikaranîna çekên kîmyewî vekolin, şermezar bikin û demildest pêşî li ber bigirin."    Her wiha KCD-E'yê di nameya xwe de xwestiye her kes nameyê ji maîla OPCW'yê re bişîne û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tevbigere.    Maîla OPCW'yê û agahiyên wê ev in:    “His Excellency Ambassador Fernando Arias. Director-General of the Organisation for the Prohibition of Chemical Weapons (OPCW)   fernando.arias@opcw.org