Meclisa Tenduristiyê ya KCD’e: Ev sûc tenê li dijî gelê kurd û gerîlayên wan nayên kirin 2022-10-19 17:05:18   AMED - Meclisa Tenduristiyê ya KCD’ê diyar kir ku sûcê bikaranîna çekên kîmyewî yên li Herêma Federal a Kurdistanê tê kirin, ne tenê li dijî gerîlayan lê li dijî mirovahiyê tên kirin û wiha got: “Divê hemû kes li dijî van sûcan bi hev re bikeve nava tevgerê.”    Meclisa Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî yên li dijî Herêma Federal a Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê û bi hevkariya PDK’ê tên kirin, daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Komara Tirkiyeyê ji destpêka damezirandina xwe heta niha qirkirina kurdan kiriye hedefa xwe û wiha got: “Komkujiyeke din li komkujiyên xwe zêde kir. Di êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li dijî başûrê Kurdistanê de bi hezaran caran çekên kîmyewî bi kar anî û di encama van êrişan de 44 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.”    ‘SÛCÊ ŞER …’   Meclisa Tenduristiyê ya KCD’ê destnîşan kir ku bi kar anîna çekên kîmyewî bi peymanên navneteweyî hatiye qedexekirin û weke sûcekî lanetî hatiye pênasekirin û wiha domiya: “Dema kesek ji van êrişan bibandor dibe, ziyan digihe sîstema navendî ya rehikan, sîstema hilmijînê xesar dibîne û rê li ber mirineke biêş vedike. Yan jî rê li ber ziyanên mayînde vedike. Lewma jî di tipê de weke ‘bîoterorîzm’ tê pênasekirin. Ev êriş, weke ‘sûcê li dijî mirovahiyê’ hatiye pênasekirin. Lê belê ne tenê mirovên di wê kêliyê de li wir jê bandor bûyîn, bandora wê bi salan didome. Tev li av, hewa û axê dibe û gefeke mezin li ser zindiyên wê herêmê dike.     EV SÛC TENÊ LI DIJÎ GELÊ KURD NAYÊ KIRIN   Divê tevahiya cîhanê vê yekê baş bizane ku ev sûc ne tenê li dijî gelê kurd û gerîlayên wê tê kirin. Sûcê ku li başûrê Kurdistanê bi çekên kîmyewî tê kirin, sûcekî li dijî hemû mirovahiyê ye. Careke din aşkere bû ku dewleta tirk ne tenê dijminê gelê kurd lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê gefeke mezin e. OPCW ku ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî hatiye damezirandin, dibêje ku heke dewletek serî li wan bide dikarin bibin alîkar. Bi vê yekê re rûyê hêzên modernîteya kapîtalîst careke din raxistiye ber çavan. Li şûna ku ev sazî jiyan û tenduristiya hemû gelên cîhanê esas bigirin, careke din nîşan dan bê ka çawa bûne hevkarên van sûcan.    PEYAMA BERXWEDANÊ   Weke Meclisa Tenduristiyê ya KCD’ê, em dibêjin ku di demekî ku ev êrişên berfireh ên qirkirinê li dijî Kurdistanê tên kirin de, kesek nikare qala rewşa bitendurist bike. Tenê heke li dijî van êrişan berxwedaneke şoreşger demokratîk bê pêşandan dikare qala rewşa bitendurist bê kirin. Her wiha em ê di rêya pêşengên xwe yên li dijî van êrişên qirkirinê têdikoşin de bimeşin û azadiya xwe ava bikin. Di vê çarçoveyê de em bang li hemû sazî û kesên şoreşger û demokrat dikin ku têkoşîna gelê Kurdistanê mezintir bikin. Di serî de saziyên navneteweyî, banga me li hemû saziyan ew e ku li dijî vî sûcê li dijî mirovahiyê xwedî helwest bin û têkoşîneke hevpar bimeşînin.”