ANYAKAY-DER serdana çalakiya GOÇÎZDER’ê kir 2022-10-19 16:33:07   STENBOL - Endamên ANYAKAY-DER’ê yên çûn serdana çalakiya nobeta GOÇÎZDER’ê ku ji bo hevserok û endamên wan bên berdan daye destpêkirin, anîn ziman ku ew ê di her şert û mercan de li gel hevdû bibin.    Hevserok û 16 endamên Komeleya Çavdêriya Koçê (GOÇÎZDER) di 11’ê hezîranê de di serdegirtina malan de li Stenbolê hatibûn girtin. Çalakiya nobetê ya GOÇÎZDER’ê  ji bo endam û hevserokên wan bên berdan a di avahiyê komeleyê yê navçeya Şîrînevlerê daye destpêkirin, berdewam dike.    Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine re ya Anatolyayê (ANYAKAY-DER) vê hefteyê çû serdana çalakiya nobetê ya her rojên çarşemê tê lidarxistin. Endamên ANYAKAY-DER’ê daxwazên xwe yên piştevaniyê ragihandin û anîn ziman ku ew ê di her şert û mercan de li gel GOÇÎZDER’ê bibin.