Îlham Ehmed: Yên ku li dijî çekên kîmyewî bêdeng dimînin hevkarên sûc in 2022-10-19 15:47:14   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed diyar kir ku bêdengiya li dijî bi kar anîna çekên kîmyewî hevkariya sûc e û destnîşan kir ku divê Tirkiye were darizandin.    Tirkiyeyê di nava 6 mehan de li dijî Herêma Federal a Kurdistanê zêdetirî 2 hezar û 476 caran çekên kîmyewî bi kar anîn. Di daxuyaniya duh de HPG’ê diyar kir ku 17 endamên wan di encama bi kar anîna çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane û dîmenên endamên xwe yên ji çekên kîmyewî bandor bûyîn weşand.    Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed têkildarî êrişên bi çekên kîmyewî bi Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivî û got ku kî dibe bila bibe, her kesê li dijî van êrişên kîmyewî bêdeng dimîne, hevkarê sûc e.    Bi domdarî Ehmed destnîşan kir ku bêdengiya li hemberî sûcên şer ên Tirkiyeyê neheqî ye û wiha bi dawî kir: “Dewleta tirk komkujiyek kir. Divê ev komkujî were vegotin, were belgekirin û ev belge bigihin ber destê dadgehan. Divê kesek bêdeng nemîne ku ev yek rûreşî ye. Li dijî rojavayê Kurdistanê jî heman siyasetê dimeşînin. Divê dewleta tirk dawî li siyaseta xwe ya qirkirina kurdan bîne û bê darizandin.”