SYKP’ê pankarta ‘dewleta tirk sûcê li dijî mirovahiyê dike’ daliqand 2022-10-19 15:38:19   STENBOL - Rêxistina SYKP’ê ya Stenbolê bi mebesta protestokirina bi kar anîna çekên kîmyewî ji hêla Tirkiyeyê ve, pankart bi pirê ve hilayîst.    Rêxistina Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) a Stenbolê, bi kar anîna çekên kîmyewî ya li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Federal a Kurdistanê ji hêla Tirkiyeyê ve, protesto kir. Di vê çarçoveyê de SYKP’ê bi pireke li Stenbolê pankarta “Çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye! Bimre mêtingerî” daliqandin.    SKYP’a Stenbolê li ser hesaba xwe ya twîtterê jî ev peyam parve kir: “Di dema êrişên dagirkeriyê yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de ku bi meha ye didomin, dewleta tirk çekên kîmyewî bi kar anîn û li dijî mirovahiyê sûc kiriye. Em ê hesabê vî sûcê li dijî mirovahiyê ku tengazeriya dewletê nîşan dide bipirsin.”