Têkoşîna Emîne Şenyaşar bû belgefîlm 2022-10-19 15:19:39   RIHA - Fragmana belgefîlma “Ji bo Edaletê (For Justice)” ya têkoşîna Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ku 590 roj in li pêşiya Edliyeya Rihayê berdewam dike, hate weşandin.    Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar a di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê  hatiye destpêkirin di roja 590’emîn de berdewam dike. Dayik û kurê xwe serê sibê hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. Malbat li ser bariyerên beton pankarta li ser “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” dinivîsand daliqand û dest bi çalakiya xwe kir.    Têkoşîna Emîne Şenyaşar ji kesên ji bo edaletê têdikoşin re, bûye remza têkoşînê, beriya niha bû mijara pirtûk û belgefîlmekê. Fragmana belgefîlma têkoşîna Şenyaşar a bi navê “Ji bo Edaletê (For Justice)” jî hate weşandin. Fragmana ku derhêneriya wê Elîf Yigît kiriye li ser hesabên medya dîjîtal têne parvekirin. Belgefîlm ji kêliyên rêwîtiya Emîne Şenyaşar a tê pêşiya Edliyeya Rihayê pêk tê.    ‘MIN XWEST PIŞTGIRÎ BIDIM’   Yîgît, destnîşan kir ku ew ji ber Emîne Şenyaşar nêzî 600 roj e li pêşiya Edliyeya Rihayê bi daxwaza edaletê nobetê digire, navê belgefîlma xwe kiriye “Ji bo Edaletê” û ev tişt gotin: “Ji berê ve li ser erdnîgariya me bêedaletî û zilm tê jiyîn. Dayikên me her roj nagirîn û li dijî vê zilmê dikevin pey edaletê. Min xwest hindik be jî vê bêedaletiyê li cihanê bidin bihîstin.” Yîgît, diyar kir ku ew ji bo mîhrîcanên filman ên navnetewî hin serlêdan kirine û dest bi şandina belgefîlma xwe kiriye.    ‘TÊKOŞÎNA DAYIKÊ NAYÊ JIBÎRKIRIN’   Malbata li ser hesaba xwe ya Twitterê fragmana belgefîlmê parve kir, ev tişt got: “Dîrok wijdana gerdûnê ye. Bêhiqûqiya herî eşkere li Rihayê tê jiyîn. Niha fikra, yê zilmê dike ji me ye, serwer e. Têkoşîna dayikê bû mijara belgefîlmên navnetewî. Sedan sal jî derbas bibin dê têkoşîna dayikê neyê jibîrkirin.”    Yên ku dixwazin fragmana belgefîlmê temaşe bikin dikarin lînka jêr bitikînin:    https://www.youtube.com/watch?v=SozZPdWLdNo   Beriya niha jî têkoşîna Emîne Şenyaşar û dayika Gulîstan Dokû, Bedriye Dokûyê bûbû mijara belgefîlma “Lêgerîna Edaletê Ya Du Dayikan: Emîne Şenyaşar û Bedriye Dokû”. Derhêneriya belgefîlma ku Rezan Bayram kiribû ji aliyê Morî Produksiyonê ve hatibû weşandin.