Danişîna Doza 10’ê Cotmehê ku li Dadgeha Bilind hatibû xerakirin hat dîtin 2022-10-19 14:13:41   ENQERE - Di danişîna Doza Komujiya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de ku ji hêla Dadgeha Bilind ve hatibû xerakirin, biryar hat dayîn ku bi sedema “tunekirina pergala makeqanûnî”, derheqê bersûcê girtî Erman Ekîcî de serlêdana sûc were kirin.    Di encama îtîrazên li dijî biryarên di Doza Komkujiya Gar a Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de, 3’yemîn Daîreya Cezayan derheqê hinek bersûcan de biryara xerakirinê dabû. Danişîna piştî biryarê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqereyê, nûnerên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê, endamên Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê û rêveberên gelek rêxistinên civaka sivîl jî tev li danişînê bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir û piştre jî ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin hatin xwendin. Danişîn, bi parêzeran beşdaran domiya. Di danişînê de ji ewil parêzer Senem Doganoglû axivî û bi bîr xist ku di dosyaya 10’ê tîrmeha 2017’an de belge hatine dayîn ku Mûstafa Budak jiyana xwe ji dest daye. Doganoglû xwest ku ji hêla Budak ve biryara pêkirinê were dayîn û têkildarî daxwaza tevlibûna danişînê ya birîndarên 10’ê Cotmehê axivî.    BERSÛCAN EYWANA SEGBÎS’Ê TERIKAND   Di vê navberê de bersûc Metîn Akaltin û Yakup Şahîn gotina parêzer Doganoglû birîn û gotin; “Em naxwazin parêzeran guhdar bikin. Ez naxwazim tev li danişînan bibim.” Piştî vê gotinê jî xwestin ji eywanê derkevin. Li ser vê yekê jî serokê şandeyê destûr da ku ji eywana SEGBÎS’ê bên derxistin.    DAXWAZ    Doganoglû, bi domdarî ev daxwazên xwe anîn ziman: “Divê ji hêla Mûstafa Budak ve malbat were guhdarîkirin û ji bo rûniştina pêş nivîs were nivîsandin. Dixwazim ku koma lêkolîna cihê bûyerê û komên îmhakirina bombeyan jî di vê dosyayê de bên guhdarîkirin. Dadgeha Bilind bi sedema lêkolîn kêm hatiye kirin, hinek aliyên dozê xerab kir û em jî dixwazin ku materyalên li cihê bûyerê hatine komkirin bînin dadgehê. Yek ji delîlên herî girîng, dîmenên cihê bûyerê ne.”   Parêzer Îlke Işik jî diyar kir ku Dadgeha Bilind biryareke ji 26 rûpelan pêk tê amade kiriye û ev tişt anî ziman: “Nîviya biryarê ji navan pêk tê. Gelemperiya dosyayê hatiye erêkirin. Têkildarî mezintirîn komkujiya welêt, hema hema hemû rêyên hiqûq navxweyî hatin girtin. Gelo kîjan dosya ewqas zû hatiye girtin? Em qala 200 klasoran dikin. Di demekî wiha kin de Dadgeha Bilind çawa karî lêkolînê bike?    MUTALAA: LI GORÎ BIRYARA XERAKIRINÊ TEVBIGERIN   Piştî axaftinên parêzeran, dadgehê mafê axaftinê da dozger. Dozger, xwest ku li gorî biryara hatiye xerakirin bê tevgerîn, bi dosyaya hejmar 2018/287’an re bibe yek dosya, rewşa girtî ya bersûcan bidome û biryar bê dayîn ku kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    Piştre jî bersûc axavivîn û beraeta xwe xwestin. Parêzerên bersûcan jî beraeta miwekîlên xwe xwestin. Li ser vê yekê jî şandeya dadgehê bo nîv saetê navber da.    BIRYAR   Piştî navberê jî şandeya dadgehê biryara xwe aşkera kir. Şandeyê got ku dê li gorî biryara xerabkirinê tevbigerin, dosya dê bi dosyaya hejmar 2018/287 re bikin yek dosya, dê ewraqên tedawiyê yên Mûstafa Budak ji ATK’ê re bên şandin da ku rapora têkiliya sedemîtiyê  bê standin, dê ji Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê re muzekkere bê nivîsandin ku qeydên mobeseyan bên lêkolînkirin, dê agahî were girtin bê ka Merve Can û Tayyîp Yildirim di bin bandora bombeyê de mane yan na, dê derheqê têkiliya sedemîtiyê ya her du kesan de ji ATK’ê rapor were girtin, dê daxwaza guhdarîkirina komên îmhakirina bombeyan û ekîbên koma lêkolînkirina cihê bûyerê di dosyaya yekkirî de bê nirxandin, rewşa girtî ya bersûcan dê bidome û derheqê bersûc Erman Ekîcî de jî dê bi sedema “tunekirina pergala makeqanûnî” serlêdana sûc were kirin.