Şîrikiya Tirkiyeyê û PDK’ê ya kîmyewî 2022-10-19 13:54:22   NAVENDA NÛÇEYAN - PDK ya ku her cure piştgiriya îstîxbarî û lojîstikî dide Tirkiyeya êrişî Zap, Avaşîn û Metînayê dike, dest danîbû ser maskeyên gazê yên HPG'ê ku li dijî bombe û gazên kîmyewî tên bikaranîn.    Êrişên Tirkiyeyê bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di 17’ê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana Federe dane destpêkirin berdewam dikin. Duh HPG’ê nasnameya 17 endamên xwe yên ku di van êrişan de jiyana xwe ji dest dane eşkere kirin. HPG’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî hejmara endamên xwe yên ku di mehên tebax, îlon û cotmehê de  jiyana xwe ji dest dane de bal kişand ser êrişên çekên kîmyewî û da zanîn ku di navbera 14’ê nîsan û 14’ê cotmehê de 2 hezar 467 caran bombeyên qedexe û çekên kîmyewî hatine bikaranîn. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku di êrişên 6 mehan li pey xwe hiştine de 27 endamên HPG’ê jî di van êrişên çekên kîmyewî de jiyana xwe ji dest dane.    DEST DANîN SER MASKEYÊN GAZÊ   Piştî daxuyaniya HPG’ê ya derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de gelek bertek li dijî PDK’a weke îstîxbarî û lojîstîk piştgirî dide Tirkiyeyê hatin nîşandan. Careke din dest danîna ser maskeyên gazê yên HPG'ê ku li dijî gazên kîmyewî û bombeyan tên bikaranîn ên Hêzên Antî-Teror ên girêdayî PDK'ê hate rojevê.    Hêzên Antî-Teror ên Kurdistanê yên girêdayî PDK'ê di dawiya meha adarê de daxuyanî dabû û îdia kiribû ku “Plansaziya PKK’ê ya bi talûke têk birine” û li Duhokê dest danîne ser hezar û 200 maskeyên wan ên gazê.