‘Heke bi qanûnên xwe bikirana dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan’ 2022-10-19 12:50:59   AMED - Malbata girtiyan ên Amedê di çalakiya Nobeta Edaletê bertek nîşanî desthilatdariyê dan û wiha gotin: “Ji her alî ve zilmê li girtiyan dikin. Heke bi qanûnên xwe bikirana, dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan. Lê bi qanûnên xwe nakin.”    Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin, malbatên girtiyan ên Amedê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 337’an de li pêşiya Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir. Endam û rêveberên Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAYDER) ya Amedê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rezanê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) û Komeleya Hiqûqnasan ji bo Azadiyê (OHD) ji bo piştgiriya bi malbatan re tev li daxuyaniyê bûn.    Di çalakiyê de yek ji xizmên girtiyan Încî Guler axivî û got ku desthilatdarî neyartiyê li girtiyan dike. Bi domdarî Guler ev tişt anî ziman: “Bila dest ji vê hiqûqa neyartiyê berdin. Ji bo girtiyên nexweş em li hemû saziyan geriyan û wan jî ji bo çareseriyê soz dan me. Lê belê sozên xwe bi cih neanîn. Ji destpêkê heta niha em dibêjin ku girtiyên nexweş berdin. Wezîrê dadê bi dehan qanûn derxistin û got ku dema meclis hat vekirin dê vê mijarê têxin rojevê. Lê ji her alî ve li girtiyan zilm tê kirin.”   ‘HEKE BI QANÛNÊN XWE BIKIN DÊ GIRTIYÊN NEXWEŞ BERDIN’   Bi domdarî Guler diyar kir ku ew heq û hiqûqa zarokên xwe dixwazin û axaftina xwe wiha qedand: “Li gorî qanûnên xwe tevbigerin. Di qanûna wan de îdam tune ye lê girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî nayên berdan. Ev, sepana îdamê ye. Heke li gorî qanûnên xwe tevbigeriyan, dê hemû girtiyên nexweş bihatina berdan.”