KNK: Rewş awarte ye, roj roja berxwedanê ye 2022-10-19 11:01:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Konseya Rêvebir a KNK’ê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku Tirkiye bi bikaranîna çekên kîmyewî li dijî mirovahiyê sûc kiriye û ev bang kir: “Rewş awarte ye, roj roja berxwedanê ye.”   Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) têkildarî çêkên kîmyewî ên ku Tirkiye bi kar tîne daxuyaniyek da.    Daxuyaniya KNK ya têkildarî çekên kîmyewî wiha ye: “Artêşa Tirk, bi salan e li hember şervanên azadiyê yên Kurdistanê, çekên kîmyewî bi kar tîne. Heta niha ev çekên qedexe dem bi dem bi kar dianîn lê ev 2 sal in ji sibata 2021’î heta niha bêyî navber bi kar tîne. Bi teybetî jî di van şeş mehên dawî de gelek zêdetir kiriye. Li gorî agahiyên Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG‘ê, di sala 2021‘an de 367 caran, di van şeş mehên dawî de 2470 caran çekên kîmyewî û çekên qedexe bi kar anîne. Di van êrîşan de ji sedan zêdetir şervanên azadîyê şehîd bûne.   TIRKIYE JI BÊDENGIYÊ CESARET DIGIRE   Gelek rojan dîmenên bikaranîna çekên kîmyewî û delîlên bikaranînê, derdikevin û di ragihandinê de têne belavkirin. Îro jî dîmenên bi vî rengî di ragihandinê de derketin û şehadeta 17 şervanên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne, hate ragihandin. Gelê kurd, rêxistinên Kurdistanî û gelek dostên kurdan, ev demeke dirêj e li her derê dengê xwe bilind dikin û banga xwe digihînin raya giştî ya cihanê. Lê mixabin ji bilî hinek saziyên mafê mirovan, kesek vê rewşê nabîne û dengê xwe nake. Bi teybetî Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropayê û dewletên peywendîdar, bê deng in û naxwazin vê rewşê bibînin. Dewleta tirk jî, ji vê rewşê cesaret digire û êrîşên xwe zêdetir dike.   Rayedarên dewleta tirk, li Kurdistanê sûcên şer ên li dijê mirovahiyê dikin. Di sêrî de Erdogan û endamên hikûmeta wî, fermandarên artşa tirk û berpirsên MÎT‘ê, li dijê mirovahiyê sûcdar in.   REWŞ AWARTE YE   Tişta li Kurdistanê diqewime, ne tişteke ji rêzê ye. Îro li pêş çavên Cihanê li Kurdistanê, artêşa Tirk bi awayekê hovane êrîş dike û hemî pîvanên hiqûqî binpê dike û sûcên şer ên li dijî mirovahiyê dike. Li dijî vê rewşê, divê kurd û dostên kurdan, li ser pêyan bin û li her derê dengê xwe bilind bikin. Rewş awarte ye nabe ku dereng bikeve.   Weke KNK, ev rewş di rojeva me ya sereke de ye û bi hemû awayî em ê şopdarê vê rewşê bin û em ê bi hemû hêza xwe, li dijî vê hovîtîya dewleta tirk rawestin.   BI RIHÊ KOBANÊ    Em, bang li hemû gelê Kurdistanê jî dikin û dibêjin, roj roja berxwedanê ye, roj roja xwedî derketina li şervanên azadiyê ye, bila her kes li qadan be û bi ruhê berxwedana Kobanê li dijî vê hovîtiyê derkeve. Her wiha em bang li dostên kurdan û cîhana humanîter jî dikin ku di vê rewşa awarte de, li gel gelê kurd cihê xwe bigirin.   BÊDENGÎ Û BÊHELWESTÎ HEVKARÎ YE   Di heman demê de em bang li Neteweyên Yekbûyî, OPCW, Konseya Ewropa û dewletên peywendîdar dikin ku li dijî vê rewşê çavên xwe negirin û bêyî deng nemînin. Bêhelwestî û bêdengî, hevkarîya sûcdaran e û nebin şirîkên sûcdar û xwînxwaran.”