Dayika ku 7 sal in li cenazeyê keça xwe digere: Kesê xwedî wijdan dê tev li mîhrîcanê nebe 2022-10-19 09:01:56   ŞIRNEX - Heznî Arslanê, dayika Hacer Arslanê ku di dema qedexeya derketina derve ya ya Cizîrê de hat qetilkirin û 7 sal in cenazeyê wê nehatiye dîtin, got: "Pêşî li ser cenazeyên zarokên me park çêkirin û niha jî dixwazin mîhrîcanê li dar bixin. Ev mîhrîcan mirina me ye."    Di qedexeya derketina derve ya li Cizîrê ku di sala 2015'an de hatibû ragihandin, 177 jê di jêrzemînên avahiyan de, 288 kes hatibûn qetilkirin. Ji kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibûn qetilkirin aqûbeta cenazeyê 14 kesan hê jî nediyar e. Ji van kesan yek jê jî Hacer Arslan e. Dayika wê Heznî Arslan ku kurên wê Mehmet Saît Arslan û birayê wê Selîm Tûran jî hatine qetilkirin, bertek nîşanî "mîrhîcana muzîkê" da ku dê bi hevkariya walîtî, qeymeqamtî û qeyûm bê lidarxistin.    "Mîhrîcana muzîkê" dê li Parka Mem û Zînê bê lidarxistin. Ev park piştî qedexeyên derketina derve bi xirbeyên avahiyên hatibûn xerakirin li qeraxa Çemê Dîcleyê hatibû çêkirin. Tê gotin ku di bin vê parkê de cenazeyên kesên di dema qedexeyê de hatine qetilkirin hene.    'LI SER CENAZEYÊN ZAROKÊN ME PARK ÇÊKIRIN'   Dayik Arslan îşaret bi cihê ku dê konser bê lidarxistin kir û got ku ev der bi zanebûnî hatiye hilbijartin û wiha axivî: "Dema ku jêrzemîn hilweşandin, ew tiştên mayî jî kom kirin û anîn rijandin binê vê parkê. Wê demê destê hin kesan li vê parkê hatin dîtin. Piştre me pirs kir, gotin, 'destê zilamekî ye.' Em dizanin, hingê ew tiştên ku di jêrzemînan de komkirin hemû anîn avêtin binê wê parkê. Ew parq jî kirin cihê pêlîstokên zarokên Cizîrê û kirin cihê seyranê. Min ji zarokên xwe re kiriye wasiyet û min ji wan re gotiye, 'ne di ber vê parkê re derbas bibin ne jî biçin wê.' Ji ber wê zarokên min naçin wê parkê. Ev 7 sal in ne ez, ne jî zarokên min em naçin parkên Cizîrê. Bi me gelek zehmet tê. Cenazeyên zarokên me xuya nakin. Bi wê jî neman li ser cenazeyên zarokên me park çêkirin. Îro jî bi zanebûnî dixwazin li wê parkê mîhrîcanê li dar bixin."   'KÎJAN WIJDAN QEBÛL DIKE?'   Heznî Arslanê bi lêv kir ku li ser hestiyên zarokên wan lidarxistina mîhrîcanê nayê qebûlkirin û wiha bertek nîşan da: "Dixwazin ji me re bibêjin, 'Em dikarin li ser hestiyên we her tiştî bikin.' Em vî tiştî qebûl nakin. Hê birîna me zindî bû li ser jêrzemînên ku ji zarokên me re bûn goristan avahî çêkirin û tê de rûniştin. Kîjan wijdan vê qebûl dike? Bangawaziya min ji gelê me yê Cizîrê ev e ku tev li wê mîhrîcanê nebin. Kesê xwedî wijdan be, kesê ku jêrzemînên Cizîrê bîna bîra xwe û mirovê ku Mehmet Tunç û Hacerê bîne ber çavên xwe berê xwe nade wê mîhrîcanê. Ez hêvî dikim ku kesek tev li nebe. Ew kesên ku vê mîhrîcanê jî li dar dixin, em wan şermezar dikin. Wekî Alî Riza Arslan, bavê Hakan Aslan gotî, 'Ev mîhrîcan mirina me ne.' Em bi vê gelek diêş in."