ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2022'YAN 2022-10-19 09:00:07     * Li gundê Zêwgê yê li quntara Çiyayê Gabarê dema paleyiya kunciyan dest pê kir.    * Heznî Arslanê, dayika Hacer Arslanê ku di dema qedexeya derketina derve ya ya Cizîrê de hat qetilkirin û 7 sal in cenazeyê wê nehatiye dîtin, got: "Pêşî li ser cenazeyên zarokên me park çêkirin û niha jî dixwazin mîhrîcanê li dar bixin. Ev mîhrîcan mirina me ye."    * Metîn Guvenê ku 30 sal in di girtîgehê de ye û cezayê lê hatiye birîn qediyaye, nayê berdan. Heya niha du caran berdana Guven hatiye taloqkirin. Hat hînbûn ku beriya ku Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtigeha Yozgatê ya Tîpa T'yê ji bo Guven kom bibe, midûriyeta girtîgehê ev pirs jê kiriye: “Tu poşman î, yan na?"   * 8’emîn Mîhrîcana Şanoya Bajêr a Amedê sibê dest pê dike. Di mîhrîcanê de dê 18 lîstik bên lîstin.   * Li du jinên girtî yên ku kamerayên li odeyên wan hatine bicihkirin şikandine sal û 6 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn. AYM'ê biryar dabû ku bi kamerayan temaşekirina odeyên girtiyan binpêkirina mafan e.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 590’emîn de berdewam dike.    * KCD, TJA, DBP û Meclisa Ciwanan a HDP’ê dê têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ya li Herêma Kurdistana Başur li buroya şêwirmendiyê ya Navenda DBP'ê ya Amedê civîneke çapemeniyê li dar bixin. (11.00) // ZINDÎ   * Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Îzmîrê wê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên herêma Egeyê diqewimin li avahiya şaxa xwe aşkere bike. (11.00)   * Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Amed û Îzmîrê daye destpêkirin berdewam dike. (11.00 - 16.00)   * Komeleya Jinan a Mîmozayê wê têkildarî 2’yemîn salvegera damezrandina xwe li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide. (12.30)   * Şaxa ÎHD’A Stenbolê dê têkildarî binçavkirina bi tundiyê ya polîsan a 8 kesên bi îxbarekê ya piştî hewldana tacîzê ya li dijî jinan û LGBTÎ+’yan a li Kadikoyê wê li avahiya komeleya xwe daxuyaniyê bide çapemeniyê (13.00)   * Tifaqa Ked û Azadiyê wê têkildarî karesata madene ya li navçeya Amasraya Bartinê ku 41 karkeran jiyana xwe ji dest da, li Qada Aştiyê ya Ozgecan Aslanê daxuyaniyê bide çapemeniyê (17.30)   * Înîsiyatîfa Avakirina Aştiyê wê bi daxwaza aştiyê li navçeya Karşiyaka ya Îzmîrê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (18.30)