Li hemberî Asayîşa Êzidxanê êrişek pêk hat: 4 kes birîndar bûn 2022-10-18 22:39:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser rêya sereke ya Şengalê wesayîteke bombebarkirî bi hêzên Asayîşa Êzîdxanê ve teqiya. Di teqînê de 2 jê endamên asayîşê 4 kes birîndar bûn.   Vê êvarê saet li dora heş û nîvan li ser rêya sereke ya Şengalê wesayîteke bombebarkirî bi hêzên asayîşa Êzdîxanê ve teqiya. Li gor agahiyên bi dest ketine, wesayîta bombebarkirî ji danê nîvro ve li nava Şengalê geriyaye, lê ji ber ku hêzên ewlekariya Iraqê bi erka xwe ranebûne, hêzên Asayîşa Êzdîxanê ji bo parastina giyanê welatiyan ketine nava liv û tevgerê. Gava hêzên Asayîşa Êzidxanê bi dû wesayîtê ketine û nêzî wesayîtê bûne, wesayît bi wan de teqiyaye.    Di teqînê de 2 endamên Asayîşa Êzidxanê û 2 welatî birîndar bûn.   Hat zanîn du birîndar rakirine Nexweşxaneya Mûsilê û 2 birîndar jî rakirine Nexweşxaneya Şengalê.